Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûrî bi armanca amadekirina budçeya giştî ya sala 2020`an civînek li gel hemû deste û buroyên xwe li dar xist. Civîn li navenda desteyên Rêveberiya Xweser a navçeya Eyn Îsayê hate lidarxistin. Hevserokên Meclisa Rêveber Ebd Hamid Mihbaş û Bêrîvan Xalid, hevserokên desteyên Rêveberiya Xweser û meclisên 7 rêveberiyan amade bûn. Civînê bi nîqaşkirina rewşa siyasî ya herêmê dest pê kir. Her wiha bi ser komîteya destûrê, xebatên dîplomasiyê yên ku NY`yê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê nirxandin hate kirin. Beşdarên civînê diyar kirin ku dûrxistina nûnerên Rêveberiya Xweser ji komîteya destûrê, tê wateya ku 5 milyon hemwelatiyên Sûriyê ji destûrê ku paşeroja Sûriyê dinivîse, tên dûrxistin. Der barê gefên dewleta Tirk de jî beşdaran da zanîn ku ger êriş li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêbe, wê ewlehî û îstiqrara herêmê xerab bibe. Di heman demê de, wê encamên neyînî ji ber çeteyên DAIŞ`ê û malbatên wan di zindan û kampên herêmên Rêveberiya Xweser de, bi xwe re bîne, nexasim êdî zehmet e ku ger Tirkiye gefên xwe pêk anî, ew DAIŞ`î werin kontrolkirin. Paşê beşdaran raporên mehane yên desteyên Rêveberiya Xweser û meclisên 7 rêveberiyan û pirsgirêkên ku li pêşiya wan derdikevin, pêşkêş kirin. Di dewama civînê de, beşdaran li ser danîna mekanîzmayeke amadekirina budçeya giştî li hev kir. Di dawiya civînê de, Rêveberiya Xweser hemû deste, buro û meclisên her 7 rêveberiyan erkdar kirin ku budçeya giştî ya sala 2020’an amade bikin û rakin Meclisa Rêveber da ku nîqaş li ser were kirin. Di salekê de Rêveberiya Xweser 4 budçeyan dide deste û meclisên xwe û her budçeyek dema wê 3 meh e da ku kar bi awayekî leztir bimeşe.
EYN ÎSA