Ev kofiya ku bi sedan sal e ji hêla jinan ve tê bikar anîn, ji bo wenda nebe, dayika Helîme rexmî temenê xwe kedeke mezin dide. Dayika Helîme, elbikên dims û textikên gilover di avê de nerm dike, derûdora qabê bi pînê qedîfe dihûne û piştre kofiyên ku bi moriyan çê dike diyarî dide jinan.
‘Kofî êdî nayê bi kar anîn’
Dayika Helîme da zanîn ku dema ew û jinên ji nifşê wê ciwan bûn, wan her dem ev kofî didan serê xwe, lê di demên dawî de êdî ev kofî tenê di rojên taybet de tên bikaranîn. Dayika Helîme piştrast kir ku kofiya ku xwedî kevneşopiyeke girîng e, êdî nayê bikaranîn û ji bo vê yekê jî got: “Berê jin bê kofî nediçû dawetan. Her jina ku nû dizewicî, teqes kofî dida serê xwe. Êdî li dawetan jî pirr kêm didin serê xwe. Carna ew kofiyên ku min çê kirine di dawetan de dibînim, ez gelekî kêfxweş dibim.”
‘Ji bo dîroka wê winda nebe’
Dayika Helîme got, ji bo ku ev dîroka bi sedan salan winda nebe, ew kofiyan çê dike ji ber ku êdî çanda kofiyê li ber tunebûnê ye. Her weha Dayika Helîme da zanîn ku dîroka kofiyê gelekî kevin e û axaftina xwe weha bi dawî kir: “Ji bo ev çand tune nebe, ez jî kofiyan çêdikim. Mezinên me bi kar dianîn, bila ciwanên me jî bi kar bînin. Divê em li dîroka xwe xwedî derkevin.”
DÎHA/AGIRÎ