
Dîwana Giştî ya KNKê 15-16ê Gulanê li Brukselê kom bû. Di roja destpêkê de rewşa siyasî ya Kurdistanê, navçe û dinyayê, kar û xebat û bi giştî rewşa KNK’ê bi berfirehî hate gotûbêjkirin.
Di roja duyemîn ya kombûnê de ku salvegera sedemîn a peymana Sykes-Picot e, li ser pêvajoya pêkhatina peymanê, encamên wê û li ser rewşa îro ya herêmê, hate rawestin.
Dîwana Giştî li ser mijarê daxuyaniyek weşand û der barê civînê de ev agahî dan:
“Îro roja sedsaliya Peymana bêyom a Sykes-Picot e. Berî sed salan îro ev peyman hate îmze kirin da ku Kurdistan û navçeya lê an ku Rojhilata Navîn û Mezopotamya di navbera dewletên emperyal yên wê demê de bê parvekirin û dewletên nû bêne avakirin. Rikeberiya di navbeyna aktorên parvekirinê de, bû sebebê dijberiya wan ya navxweyî û ev hewildana Sykes-Picot neçû serî û li pey xwe Sevr derxist. Sevrê jî cih negirt û herî dawiyê Lozan hate rojevê. Bi Peymana Lozanê, çar parçetiya Kurdistanê hate mohrkirin ku demeke reş destpê kir di jiyana Kurd û Kurdistaniyan de.”
Konjuktureke erênî heye
KNK´ê îşaret bi derketina holê ya konjuktureke pozîtîf ji salên 90´î û pê ve kir û got, “Kurd li beşê Başûr di nav Iraqa Federal de bûne xwedan statûyeke xweser. Vê pêkhatinê tesîreke pozîtîv li têkoşîna beşên din ên Kurdistanê kir. Di serê sedsala 21’ê de geşbûna doza Kurdistanê bilindtir bû. Ji sala 2012’ê pê ve jî, li Rojavayê Kurdistanê statûyeke bi formata kantonal ‘de facto’ pêk hat ku îro ber bi statûyeke federal ve organîzebûneke nû dest pê kiriye.”
Statuyên li du beşên Kurdistanê destketiyên mezin
KNK´ê statuyên xweseriyê yên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê wekî destketiyên mezin ên tevgera azadiya Kurd nirxandin û bi bîr xist ku du beşên mezin ên Kurdistanê, ango Bakur û Rojhilatê Kurdistanê hêj di bin destê Tirkiye û Îranê de ji mafên xwezayî û huqûqî bêpar in.
KNK´ê îşaret bi wê yekê kir ku rewşa jeo-stratejîk a herêmê û dinyayê niha li xêra Kurdan e û got, “Dînamîkên navxweyî li ser esasê berjewendiyên neteweyî û niştimanî divê plan û projeyên hevrayî amade bikin û di meydana navneteweyî de bi hev re parêzeriya doza Kurdistanê bikin.”
Bi van tesbîtan KNK´ê bang li hêzên Kurdistanî kir da ku “pozisyonên xwe yên siyasî ji bo hevgirtina mezin a Kurdistanî kifş bikin.”
Ji bo parastina destketiyan yekîtî
KNK îşaret bi girîngiya yekîtiya hêzên Kurd kir û got, “Parastina destketan, zêdekirina wan bi hêza hevrayî mumkun dibe ku ev erkeke neteweyî û niştimanî ye. Îro firseteke gelek pozîtîv li pêş Kurd û Kurdistaniyan e ku esasen dostên Kurdan jî vê tifaqa mezin û xurt ji Kurdan dixwazin.”
Destekkirina berxwedana Bakur
KNK´ê bi bîr xist ku li Bakurê Kurdistanê dewleta Tirk êrişeke wêranker didomîne û got, “Digel vê zulma bêtixûb jî xelkê me li ber xwe da û têkoşîna xwe bilind kir. Hemî dezgeh û hêzên Kurdistanî divê di dereceya bilind ya neteweyî de, vê berxwedana bi rûmet û pîroz, destek bikin.”
KNK´ê ji bo siyaseta qirkirina bi darvekirinan a li Rojhilatê Kurdistanê jî got, ev polîtîkayeke berterefkirina heq û huqûqê Kurdan e bi destê rejîma Îranê û banga “Kurd pêkve divê piştevaniya têkoşîna xelkê me li rojhilatê Kurdistanê bikin” kir.
Dîwana Giştî ya KNK´ê tifaq û rêkeftina di navbera YNK û Tevgera Gorranê de weke “hewildaneke xêrdar” nirxand û got, “Em bawer dikin ku ev pêvajoya li hev nêzîkbûnê di berjewendiya gel û welatê me de ye.”
Ji bo çareseriyê dewra Ocalan
Dîwana Giştî ya KNK´ê behsa girtîhêlana rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî kir û got, ev yek “mezintirîn dijminahî ye li ser prosesa çareseriya pirsa Kurdistanê. Ji bo diyalog, muzakere û pêkanîna aştiya li navbeyna Kurdistanê û Tirkiyeyê divê zûtirîn demê de ew bê berdan. Ji bo derxistina PKKê ji lîsteya terorê, divê kampaya û hewildanên navneteweyî bêne xurt kirin.”
KNK´ê wekî din îşaret bi qirkirina siyasî ya li Bakurê kurdistanê kir ku bi pêvajoya betalkirina mafê destnedanê yê parlemanterên HDP´ê dewam dike, û desteka xwe ya ji HDP´ê re ragihand.
Ambargoya li ser Rojava nayê qebûlkirin
KNK´ê girtina dergehê sînor ê Sêmalka jî nirxand û xwest derî were vekirin û pê re jî ambargoya li ser rojavayê Kurdistanê bê rakirin.
KNK´ê êrîşkariya DAIȘ’ê bi bîr xist û got, “Ew tifaqa navxweyî ya berxwedêr ya dijî DAIȘ‘ê pêkhatî, divê bê parastin û hêj jî bê xurt kirin.”
KNK´ê di heman demê de xwest eskerên dewletên dagirker ên li ser xaka Kurdistanê bicihkirî paşde bêne şandin, binkeyên wan bêne rakirin û weha dewam kir: “Her pêwendiyeke ligel dewletên dagîrker ku zererê li berjewendiyên beşekî din yê Kurdistanê dike, nayê qebûl kirin.”