5’emîn kongreya Yekîtiya Star piştî nirxandinên berfireh bidawî bû. Di kongreyê de têkildarî azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, birêxistinkirina jinan, avakirina akademiyan, parastina jin û zarokan de gelek biryarên girîng hatin girtin.
Kongreya 5’emîn a Yekîtiya Star ku pêr li Navenda Çand û Huberê ya Bajaroka Rimêlan bi beşdariya 350 delegeyên ji hemû bajrên Rojavayê Kurdistanê, Ewropa û Libnanê, her wiha nûnerên gelek saziyên jinan destpê kiribû, bidawî bû. Piştî nirxandinên siyasî û rêxistinî, li ser van mijaran biryarên girîng hatin girtin;

Azadiya Ocalan


* Ji bo tenduristî û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê çalakî bên berfirehkirin
* Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê kampanyaya îmzeyan bê destpêkirin
* Raman û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê di nava gelan û jinên Rojhilata Navîn de bêne belavkirin.
* Wê pirtûkxaneyek ji pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê vekirin
* Wê piştgiriya pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd daye destpêkirin, bê kirin

Biryarên rêxistinî


* Li hemû herêman mayindekirina sîstema komîn û komîteyên demokrat
* Bi slogana “divê tu jin li derveyî rêxistinkirinê nemînin” wê xebatên rêxistinkirinê bêne meşandin
* Di warê raman û rêxistinê re pêşxistina parastina cewherî

Biryarên çandî


a- Akademiyên ramanê yên Star
* Di asta pisporiyê de pêşxistina perwerdeyan
* Zanista jinê wê bi awayekî akademîk bê lêkolînkirin
* Konferansa akademiyan wê bê lidarxistin
b- Çapemenî
* Li hemû herêman wê navendên navendên çapemeniya jinê bêne vekirin
* Konferansa çapemeniya jinê wê bê lidarxistin
c- Çand, huner û ziman
* Li hemû herêman wê komîteyên hunerî yên jinê bêne avakirin
* Wê konferans çand û hunerê ya jinê bê lidarxistin
* Li herêmên ku komîteyên jin nehatine avakirin wê mamosteyên jin bêne birêxistinkirin
* Yekîtiya Star ji bo pêşxistina zimanê dayîkî de wê rola xwe ya pêşeng bilîze

Biryarên çalakiyan û civakî


a-Ji bo zarokan  
* Avakirina saziyên parastina zarokan û zarokên astengdar
* Avakirina parkên zarokan
* Bi riya saziyên mirovî de wê li dijî tundiya li ser zarokan bê derketin
* Wê li dijî xebitandina zarokan têkoşîn bê dayîn
b- Tenduristî
* Ji bo tenduristiya jin û zarokan di nava meclîsa tenduristiyê de avakirina komîteyan
c- Şehîd û malbatên wan
* Di nava saziyênmalbatên şehîdan de wê jin bêne birêxistinkirin
* Wê arşîva şehîdên jin bê çêkirin
* Wê alîkariya malbatên şehîdan bê kirin
* Ji bo bicîhanîna biryarên konferansa dayîkên aştiyê wê xebat bê meşandin

Ji bo mafên jinan


* Di nava şaredariyan de wê jin bêne birêxistinkirin
* Ji bo çalakiyên parastina xwezayê wê jin bêne birêxistinkirin
* Ji bo parastina mafên jinên li Suriyê wê forumek bê birêxistinkirin
* Wê pêşnumaya destura bingehîn bê amadekirin

Biryarên kar û aboriyê


* Pêşxistina projeyên aboriya jinê
* Avakirina kargehên jinê

Xebatên dîplomasiyê


* Ji bo jin li Rojhilata Navîn bê naskirin wê komîteyek dîplomasiyê bê avakirin
* Bi jinên netewên din re wê proje bêne pêşxistin
* Li Ewropa û Lubnanê wê komîteyek têkiliyan bê avakirin
* Li ser navê Yekîtiya Star wê navendek têkiliyan bê avakirin

Çalakiyên ciwanan


* Di nava refên ciwanan de belavkirina ramana azad
* Li hemû qadan birêxistinkirina jinên ciwan
* Vekirina akademiyan jinên ciwan

Biryarên derbarê xweparastinê de


* Ji bo ku jinên ciwan tevlî yekîneyên parastinê bibin wê çalakiyên taybet bêne lidarxistin
* Ji bo ku jin di warê siyasî, qanûnî û civakî de bê parastin wê kar bê meşandin
* Ji bo xurtkirina YPJ’ê wê piştgiriya madî û manewî bê kirin
Piştî biryaran, ji bo kordînasyona Yekîtiya Star 31 kes hatin hilbijartin. Piştî hilbijartinan jî Endama Kordînasyona Yekîtiya Star Dîcle Serêkaniyê axaftina girtina kongreyê kir û ji hemû jinan re serkeftin xwest.
Kongre bi sloganên “Jin jiyan azadî”, “Bijî Serok Apo” bidawî bû. 


ANHA/GIRKÊ LEGÊ