Yekîtiya Ciwanên Êzîdî (YCÊ)’ê pêr li komalgeha Borik a ser bi Şengalê pêşangeha wêneyan vekir û diyarî li şêwekarên ciwan belavkirin. 6 şêwekarên ciwan di Tebaxê de tevlî dewreyekê bûn û di dawiya vê dewreyê de 30 wêneyên şêwekaran xêz kirî, li Meclisa Gel a Borikê di pêşangehekê de hatin nîşandan. Di merasîma vekirina pêşangehê de gelek Şengalî amade bûn. Yek ji şêwekarên ciwan Baran Hecî ye û ew malavahiya YCÊ dike ji ber dewrê û pêşangehê.
ROJNEWS/ŞENGAL