MIHEMED Û IBRAHÎM EL-EHMED / ANHA/GIRÊ SPÎ
Li kantona Girê Spî, ji bo pêwsîtiyên cotkaran dermanxaneyêk hat vekirin. Dermanxane bi koordîneya Gerînendeya Çandiniyê ya Kantona Girê Spî dixebite. Armanca vekirina vê dermanxaneyê wê buhayê dermanan diyar bike, derman û tovên ku li gelek dermanxaneyan peyde nabin, ew ê peyde bike. Di heman demê de bi buhayê erzantir ji yên sûkê,. ew ê van dermanan bifiroşe, şert û mercên cotkaran hêsan bike. Gerînendeya Çandiniyê, hewl dide navendên girêdayî dermanxaneya navendî li navçe û bajarokan li ser bingeha hevpar navendan veke. Herwiha gerînende plan dike ku beşek bi madeyên beyterî pispor veke da ku çavdêriya warê sewalkariyê bike û pêwîstiyên wê peyde bike.
Pêwîstiyên çandiniyê peyde dike
Berpirsê dermanxaneyê, endezyarê çandiniyê Mihemed Osman li ser mijarê got, “Dermanxane tevahiya derman û pêwîstiyên çandiniyê peyde dike. Em dixwazin bi endezyarên pispor û xwedî tecrûbe re xizmeteke baş bidin gelê xwe.
Osman destnîşan kir ku buhaya dermanan li dermanxaneyê li gorî buhayên sûkan guncaw in û barê lêçûnan li cotkaran sivik dike.
Gelek dermanxaneyên navendî li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi pêşengî û piştgiriya Rêveberiya Xweser hatine vekirin. Ev dermanxane pêwîstiyên çandiniyê yên bi kalîte û bi buhayên guncaw peyde dikin.