
Tevgera Civaka Demokratîk, Kombûna Demokrat û Çepgiran, Desteya Niştîmanî ya Erebî, Partiya Yekîtiya Suryanî, Kongreya Star, Yekîtiya Ciwanên Rojava ji ber pêwîstiya bi diyalogeleke Sûrî-Sûrî ya ji bo gotûbêjkirina doza Sûriyeyê di nava pêkhateyên wê de, bi daxuyaniyekê ragihandin ku li kantona Cizîrê ya Bakurê Sûriyeyê ew ê bi durişma “Federaliya Demokatîk Misogeriya Yekîtiya Sûriyeyê ye” hevdîtineke diyalogan li dar bixin. Ev danûstandin wê ji 30’ê îlonê heta 1’ê Cotmeha 2016’an li bajarokê Rimêlan ê ser bi bajarê Girkê Legê, dewam bikin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Sûriye îro ji ber polîtîkayên antî demokratîk û dîktatoriyane di kareseteke mirovahiyê re derbas dibe. Ji bo avakirina alternatîfekê ji bo rewşa heyî, pêwîst e beriya her tiştî em dozên heyî bi awayekî demokratîk û azad nîqaş bikin, her wiha rewşa xwe bi awayekî objektîf lêbikolin da ku rêyên çareseriyê vekin.
Bi danûstandinan gihiştina xalên hevbeş
Piştî ku Meclîsa Damezrîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê hate ragihandin, ev sîstem wekî projeyeke parçebûn û cudabûnê hate tewanbarkirin. Em baş dizanin jî ku dewletên herî pêşketî li cîhanê jî sîstema federal li cem xwe dane rûniştandin û bipêşxistin. Ji ber vê yekê wekî hêzên siyasî me pêwîstî dît ku bi rêya danûstandineke demokratîk em dawiyê li hemû pêşdaraziyên ku dihêlin em hev tewanbar bikin, bînin da ku em bêhtir rastiya vê sîstemê û dirêjahiya wê nas bikin. Helbet wê gelek nihêrînên cuda hebin, lê bi rêya danûstandinan em xalên hevbeş jî bibînin."
Bêyî zextên siyasî nîqaşkirina doza Sûriyeyê
Li gorî di daxuyaniyê de hate diyarkirin wê di van danûstandinan de ev her çar xalên sereke werin gotûbêjkirin:
-Netewe-dewlet û encamên wê ji bo Sûriyeyiyan.
-Ji bo çareserkirina dozên siyasî, civakî û çandî nimûneya Neteweya Demokratîk wekî alternatîf.
-Tecrûbeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk.
-Sîstema Federaliya Demokratîk û rola wê di yekîtiya Sûriyeyê de wekî nimûneya çareseriyê.
Di dawiya vê daxuyaniyê de ev tişt tê bibîrxistin: “Ev danûstandin wê Sûrî-Sûrî be. Pêwîstî bi nîqaşkirina doza Sûriyeyê di çarçoveya civaka Sûriyeyê de bêyî zextên siyasî heye.”
NAVENDA NÛÇEYAN
Li ser federaliyê gotûbêja berfireh

Di platforma nîqaşên demokratîk de li ser sîstema Federaliya Demokratîk wê cara yekemîn bi beşdariya dehan rêxistin, partî û kesayatên serbixwe yên Sûriyeyê nîqaşên berfireh bên kirin.
Derbarê mijarê de Hevseroka Meclîsa Damezrîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê ku di heman demê de Endama komîteya amadekar a platformê ye, Hediye Yûsif da zanîn ku 20 partiyên Kurd, zêdetirî 5 partiyên Ereb, hejmarek ji partiyên Sûriyê û gelek kesayetên serbixwe yên li Sûriyê û Ewrûpa hatine vexwendin.
Hediye Yûsif destnîşan kir ku armanca vê platformê danasîna çarçoveya Federaliya Demokratîk a ku xwe dispêre neteweya demokratîk e.
Hediye Yûsif got, rêyên nîqaşê bi her awayî vekirî ne û wiha peyivî: "Li ser her xalekê semîner wê ji aliyê çar kesan ve bên dayîn. Paşê jî rê li pêşiya nîqaşan vedibin û em ê guhdarên her nihêrînê bin."
Amadekariyên vê platform ji beriya mehekê ve tên kirin. Ev platorm beriya lidarketina civîna Meclîsa Damezrêne a Sîstema Federaliya Demokratîk ku tê payîn di meha cotmehê de bê lidarxistin, çêdibe. Çav li rêye ku di civînê de gelek mijar bên zelalkirin û biryar bên girtin.
QAMIŞLO