Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê ya ku li Başûrê Kurdistanê û Iraqê êdî pertiyeke fermî ya siyasî ye, diyar kir ku li ser bingehê jiyana bi hev re û rêzgirtina li îradeya gelan û tevahî pêkhateyan, gav avêtina ji bo Iraqek demokratîk û federal weke çareserî dibînin û got; “Ji karê hevbeş li gel her aliyekî û rû bi rûyê vê rewşê bibin, re amade ne.” 

Doh saet 14:00’an Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê li Salona Ekopar a bajarê Silêmanî, daxuyaniyek da çapemeniyê. Hevseroka Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê Şîlan Şakir peyama tevgerê xwend û got; “Di hemû waran de û timî jî me hewl daye ku li gel tevahiya aliyên siyasî bi şêweyekî hevbeş bi pirsgirêkên mezin ên Başûrê Kurdistanê û Iraqê re rû bi rû bibin.”

Daxuyaniya Tevgera Azadî wiha dewam kir; “Me hemû rêyên qanûnî bicih anîn. Piştî şopandina di 4’ê Kanûna 2017’ê de li gorî hejmara 139 ji bo Tevgera Azadî destûra fermî hate dayîn.”


Xalên sereke yên siyasetaTevgera Azadî

Di daxuyaniya Tevgera Azadî de bal hat kişandinî ser van xalên li jêr:

l Li ser bingehê jiyana bi hev re û rêzgirtina li îradeya gelan û tevahî pêkhateyan, em gavavêtina ji bo Iraqeke demokratîk û federal weke çareserî dibînin.

l Bi armanca pêşîgirtina li hemû êriş û pîlanên derve yên dagirkirina xaka Herêma Kurdistanê û Iraqê, meşandina siyaseteke demokratîk û aqilane ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi rêya danûstandin û guftûgoyê, em guncaw dibînin.

l Ji bo avakirina sîstemeke nû û demokratîk rola jinan û ciwanan di hemû qadan de em giring dibînin.

Hewldan û karkirina ji bo berfirehkirina azadiya îfadeyê, mafê rojnamegerî, her wiha karkirina ragihandinê ku xizmetê bike ji bo jiyana bi hev re û çareserkirina pirsgirêkan, em giring dibînin.

l Girîng e ku hemû sazî û dezgehên Hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê di aliyê aborî, xizmetguzarî û saziyên ewlehiyê de, bikevin xizmeta berjewendiyên tevahiya gelên Iraqê.

Piştî daxuyaniya çapemeniyê şahiyek hate lidarxistin. 


SILÊMANÎ