Hunermenda kurd a muzîka operayê, Pervîn Çakar ji bo dengbêjî bikeve Lîsteya Mîrateyên Çandî ya Cîhanê ya UNESCO li ser înternetê kampanya da destpêkirin.

Pervîn Çakar ji bo çanda dengbêjiyê ya wêjeya devkî dibêje bi roleke girîng radibe û dixwaze dengbêjî weke çand bikeve Lîsteya Mîrateyên Çandî ya Cîhanê ya UNESCO’yê. Ji bo vê jî wê li ser malpera Change.org a înternetê kampanya îmzeyan da destpêkirin.

Ji bo hebûna dengbêjiyê

Pervîn Çakar dibêje, ji bo ku çand û kevneşopiya dengbêjiyê tine nebe û bê parastin, û li qada cihanê bibe xwedî nirx vê kampanyayê daye destpêkirin. Ew wekî din dibêje, Komeleya Çand û Hunerê ya Evdalê Zeynikê ya li Agiriyê jî bi heman armancê xebatên xwe bi rê ve dibe û dixwaze piştevanî ji bo kampanyayê mezin bibe. Chakar tîne ziman ku Malên Dengbêjan jî xwedî cihekî gelek girîng in.

Yên ku bixwazin kampanyayê îmze bikin dikarin xwe di ser malpera https://www.change.org/ re bigihînin metna kampanyayê û îmze bikin. Li vir li cihê lêgerînê “dengbêjî” binivîsin û encama derdikeve wê ev kampanya be.

 

 NAVENDA NÛÇEYAN