Dozgeriya dewleta Tirk a dagirker li Amedê, heta 15 sal ceza ji derhênerê Kurd Kazim Oz re dixwaze. Kazim Oz bi îddîaya "endametiya rêxistina terorîstî ya çekdar" tê tohmetbarkirin.
Ji ber lêpirsîna li dijî xwe, Oz 24ê Mijdara bihurî li Dêrsimê hatibû destgîrkirin û piştî îfadeya wî hatibû girtin, hatibû berdan.
Axir Serdozgeriya Tirk a Amedê îdîaname amade kir û 9´emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê jî ev îdîaname qebûl kir.
Di îdîanameyê de ji bo Kazim Oz bi îdîaya endamê rêxistinê ye, ji 7 sal û 6 mehan heta 15 salan cezayê hepsê tê xwestin.
Oz derhênerê filmên, Ax, Fotograf, Bahoz û Zer e.
AMED