"Li Bakurê Sûriyeyê 3 rêveberiyên xweser û 4 rêveberiyên herêmî hene. Di civînê de lihevkirin pêk hat ku komîteyek ji MSD‘ê û yek ji rêjîmê werin avakirin da ku mijara van rêveberiyan bişopînin, her wiha mijara rêveberiyên herêmî ya qanûna 107’an jî.“
Endamê Desteya Serokatiyê ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Mihemed Hesen Elî got, wan li ser avakirina komiteyekê bi rejîma Sûriyeyê re li hev kiriye û wiha peyivî: "Ev komîte dê nihêrîn û pêşniyazên xwe pêşkêşî aliyên têkildar bike da ku bigihîjin lihevkirinan li gorî razîbûna her du aliyan."
Endamê Desteya Serokatiyê ya MSD´ê Mihemed Hesen Elî, derbarê hevdîtinên şandeya MSD‘ê û rêjîma Şamê de peyivî.
Mihemed Hesen Elî got, ji destpêkê ve ew aligirê diyalogên siyasî bûn û wiha axivî: "Ji ber ku şer û bikaranîna çekan rewşa Sûriyeyê gihand vê astê ku bandoreke neerênî li civaka me kir. Me dît ku çareserî bi çekan pêk nayê, tenê em dikarin li hemberî çeteyan çekan bi kar bînin.
MSD‘ê ji roja ku hate damezirandin ve, nihêrîna xwe got, çareserî bi rêya diyalogên bi nûnerên rasteqîn ên gelê Sûriyeyê re ku ji bo parastina mafên xwe dixebitin, encax pêk were."
Bendava Tebqayê cihekî sereke girt
Hesen Elî îşaret bi hevdîtina Beşar El-Esad û Vladimir Putîn kir û got, li wir her du alî ji bo hevdîtinên bi QSD‘ê re li hev kirine û wiha pê de çû: "Me jî ev gav erênî dît. Me daxuyaniyeke fermî da û bê şert me pêşniyaz qebûl kir. Ji ber ku pêwîstî bi nîqaşên gelek mijarên xizmetguzarî, wekî bendav, elektrîk û hwd. hebû, di nîqaşan de bendava Tebqayê cihekî sereke girt.
Piştî rizgarkirina bendava Tebqayê, QSD‘ê ragihand ku bendav berhemeke niştimanî ye ku hemû gelan elaqedar dike. Li ser vê yekê hevdîtin di navbera rêjîma Sûriyeyê û Meclîsa Sivîl de çêbûn, da ku were sererasatkirin û elektrîk jî were hilberîn ku bikeve xizmeta tevahiya gelê me. Hevdîtinên di navbera her du aliyan de der barê bendavê de dê dewam bikin. Me pêşniyazên xwe gotin; em amade ne bi rêjîmê re bendavê ji nû ve sererast bikin, ji ber ku pêwîstiya bendavê bi gelek alavan heye û milkê hemû gelê Sûriyeyê ye."
Rojeva Rêveberiya Xweser
Mihemed Hesen Elî diyar kir ku wan di hevdîtinan de mijara Rêveberiya Xweser aniye rojevê û rêjîma Sûriyeyê jî qanûna 107´an a taybet bi rêveberiyên herêmî yên Sûriyeyê pêşniyaz kirin û biryar da ku li ser van mijaran nîqaş bike û çareyên guncaw jê re peyde bike. Her wiha Hesen Elî da zanîn ku li gel wan jî danûstandinên aliyan dê dewam bikin.
Ev yek ne mijara bazarê ye
Mihemed Hesen Elî ji bo îdîayên wekî; "Ew ê herêmê radestî rêjîma Sûriyeyê bikin" got, ne rast in û armanc jê tevlîhevî derxistin e û wiha peyivî:"Em teqez dikin ku herêmên bi xwîna lehengan hatine rizgarkirin, ne mijara bazarê ne û bi ti awayî em vê mijarê bi kesî re parve nakin. Hîna em di pêvajoya danûstandinên li gel rêjîmê de ne, heta niha em negihiştin tu encam û biryaran. Jixwe, hevdîtinên me yên bi rêjîmê re dewam dikin."
Li ser rewşa Efrînê hemfikr in
Her wiha Mihemed Hesen Elî got, di hevdîtinan de li ser rewşa Efrînê jî axivîne û derheqa vê de got, "Nihêrîna me her duyan ew bû ku Tirkiye dewleteke dagirker e, di nav de Efrîn, gelek herêmên Sûriyeyê dagir kirine. Li gorî her du aliyan cihê Tirkiyeyê ne li Efrînê û ne jî li herêmên din ên Sûriyeyê tine ye.
Girêdayî dagirkirina Efrînê, diyalog bi dewletên cîhanî re hene, ji ber ku bûye mijareke girêdayî dewletên cîhanê û rêjîma Sûriyeyê jî. Madem ku armanca me yekitiya xaka Sûriyeyê ye, rizgarkirina Efrînê dê ji hemû herêmên ku Tirkiyeyê dagir kirine re nameyek be. Armanc û erka me ya sereke rizgarkirina Efrînê ye."
Mijarên xizmetguzariyê
Hesen Elî destnîşan kir ku heta niha lihevkirina wan a ji hevdîtinan meseleyên xizmetguzariyê ne û wiha axivî: "Mijara bendava Firatê yek ji xalên nîqaş li ser kirî ye, mijara tenduristiyê û sicîlên sivîl ku divê her du alî çareseriyê peyde bikin jî. Her wiha mijara rêveberiyên xweser û yên herêmî jî beşek jê hate nîqaşkirin.
Me pêşniyazên xwe pêşkêşî wan kirin, wan pêşiyaz kir ku komîteyek ji her du aliyan were avakirin da ku diyalogê dewam bike û bigihîjin armancê."
Endamê Desteya Serokatiyê ya MSD´ê Mihemed Hesen Elî derheqa komîteyê de jî ev agahî dan: "Li Bakurê Sûriyeyê 3 rêveberiyên xweser û 4 rêveberiyên herêmî hene. Di civînê de lihevkirin pêk hat ku komîteyek ji MSD‘ê û yek ji rêjîmê werin avakirin da ku mijara van rêveberiyan bişopînin, her wiha mijara rêveberiyên herêmî ya qanûna 107’an.
Ev komîte dê nihêrîn û pêşniyazên xwe pêşkêşî aliyên têkildar bike da ku bigihîjin lihevkirinan li gorî razîbûna her du aliyan. Em ji her kesî re dibêjin , civînên me yên bi rêjîmê re, tenê di çarçoveya diyalogê de bû, diyalog hîna gavên xwe yên destpêkê diavêje."