Şervanê YPG'ê Umer Ehmed Ehmed 31'ê Kanûnê li Taxa Kelasê ya Hesekê di encama pevçûnên di navbera hêzên YPG'ê û leşkerên rêjîmê de jiyana xwe jidest dabû. Cenazeyê Ehmed li navenda YPG'ê ya Şehîd Şiyar hatibû bi cihkirin. Cenaze ji aliyê hezaran kesî ve ji navenda Şehîd Şiyar hate wergirtin. Girseya ku bê navber diruşmeyên ''Şehîd na mirin, Bijî berxwedana YPG'' berzdikin cenaza bi karwanekî tirmpêlan ber bi goristana şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê ve birin. Li riya ketina gund girse ji tirmplan daketin û cenaze li ser milan kirin û heta goristanê ku li dawiya gunde meşiyan. Li goristanê merasîm hate hate lidarxistin. Di merasîmê de li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Aldar Eseed, li ser navê Yekîtiya Star Yusra Ilyas, li ser navê TEV-DEM'ê Sebrî Efrîn û li ser navê Partiya Çep a kurd li Sûriyê Şêrwan Badînî û li ser navê malbata şervanê YPG'ê Umer Ehmed birayê wî Imad Ehmed Ehmed axivîn.


Li Hesekê merasîm
Di axaftinan de berxwedana YPG'ê û YPJ'ê hate silavkirin û soza şopandina riya şehîdan hate dayîn. Piştî axaftinan girseya qelebalix cenazeyê şervanê YPG'ê Umer Ehmed bi diruşma û tilîliyan spartin axê. Li bajarê Tirbespiyê jî cenazeyê Şervanê YPG'ê Rêwan Rêber ê bi nasnav Berxwedan Munzir ku di 31'ê Kanûnê de di pevçûnên Til Hemîs de jiyana xwe jidest dabû, li Mizgefta Enteriyê ya Qamişlo hatibû bi cih kirin. Cenazeyê Rêwan Rêber ji aliyê sedan kesî ve bi karwanekî tirmpêlan ber bi bajarê Tirbespiyê ve birin. Cenaze li riya ketina Tirbespiyê ji aliyê hezaran kesî ve bi tilîlî û diruşmeyan hate pêşwazîkirin. Girseya ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û wêneyên şervanê YPG'ê Rêwan Rêber hilgirtibûn cenaze li ser milan kirin û ji bo nerîna dawî birin malbata wî ya li Tirbespiyê.

Li Tirbespiyê merasîm
Paşî girseya ku bê navber diruşmeyên ''Şehîd namirin û bijî berxwedana YPG'ê'' berz kirin cenaze bi karwanekî ku ji sedan tirmpêl pêk dihatin ber bi goristana Şehîd Ebdulhemîd a li gundê Dugurê ya Tirbespiyê ve bi rêkirin. Di merasîma li goristanê de li ser navê Saziya Malatên Şehîdan Cuma Remo, li ser navê Saziya Çand û Hunerê Necla Elî, Serokê Meclîsa Gel a Tirbespiyê Nûredîn Şakir, li ser navê Yekîtiya Star Xalya Elî axivîn. Di axaftinan de soza şopandina şehdîdan hate dayîn. Di merasîmê de li ser navê malbata şervanê YPG'ê Rêwan Rêber dayîka wî Şeha Osman û biryê wî Alan Osman axivîn. Dayîka Rêber got ku Rêwan şehîdê hemû gelê kurde û hemû şervanên YPG/YPJ'ê keç û kurê wêne. Biryê Rêber jî soza şopandina riya şehîdan da. Piştî axaftinan girseyê cenazeyê şervanê YPG'ê Rêwan Rêber bi tilîlî û diruşmeyan spart axê.

 TIRBESPIYÊ/HESEKÊ