Saziya Ziman û Perwerdeya Êzîdiyên Şengalê, ji bo 34 mamosteyên Zimanê Kurdî li dibistana Şehîd Şêx Xêrî ya li Xanesorê, dewreyeke perwerdeyê da destpêkirin.

Li Şengalê xebatên ji bo perwerdeya zarokan dewam dikin. Cara yekem zarokên Şengalê li Şengalê perwerdeya zimanê dayikê dibînin. Ji bo bipêşxistina zimanê dayikê dewreyek perwerdeya zimanê Kurdî li dibistana şehîd Şêx Xêrî ya li Xanesorê hat destpêkirin. 34 mamoste wê tevlî dewreya perwerdeyê bibin. Perwerde wê ji aliyê mamosteyên pispor ên beşê zimanê Kurdî ve bê dayîn.

Derbarê destpêkirina perwerdeyê de mamoste Sebîha Sebrî got, “Me wek Saziya Ziman û Perwerda Êzîdiyên Şengalê, ji bo zêdetir bipêşxistina zimanê dayikê di nav civaka Êzîdî de, ji bo mamosteyên xwe ev dewreya perwerdeyê da destpêkirin. Di perwerdeyê de ji bilî  perwerdeya ziman, tevgera mamosteyan a li gel xwendekaran jî wê bê guftûgokirin.”

Sebîha got, perwerdeya zimanê Kurdî wê 20 rojan dewam bike û armanca perwerdeyê ew e ku zarokên Êzîdî fêrî zimanê dayikê bibin û ji çand û zimanê dayikê dûr nekevin.

ROJNEWS/ŞENGAL