Ji bo Efrînê ‘Qepûşk’
Lîstika şanoyê ya yek kesî ya ku Kemal Gokhan derhêneriya wê kir û nivîskar Hayko Bagdat lîstikvaniya wê kir, li paytexta Fransayê Parîsê îna bihurî hat nîşandan. Hayko Bagdat dahata ji lîstikê ji bo Efrînê bexşand.
Qederê 300 Ermenî, Kurd, Tirk û Lazî li hola Thatre Du Gymanaseê li lîstikê temaşe kir. Di dawiya lîstikê de Bagdat pirtûkên xwe îmze kirin.
Bagdat beriya niha jî li gelek bajarên Kurdistanê lîstika Qepûşk (Salyangoz) nîşan dabû û tevahiya dahata ji vê lîstikê jî ji bo malbatên ji Sûrê bexşandibû.
Qerfa trajediyekê
Bagdat di lîstikê de bi awayekî qerfî di ser rewşa hindikahiyên li Tirkiyeyê nexasim jî Ermeniyan re behsa psîkolojî û jiyana wan dike. Ji bo danîşana atmosfera siyasî ya li Tirkiyeyê bi tecrûbeya xwe ya şexsî jî ew zimanê qerfî tercîh dike. Lîstik 100 deqîqeyan dewam dike û ji du beşan pêk tê. Beşa yekem li ser bibîranînên zarokatiyê ye, di beşa duyem de jî zarokek li apartimaneke li Stenbolê ji jor ve li jiyanê dinihêre û mezin dibe, serpêhatî jî vediguhere serpêhatiya ciwanê ku bi guhertîbûna nasnameya li nava malê û li derveyî malê dihise.