Komeleya Nivîskarên Kurd ku rêveberiya xwe nû kir* dest bi xebatan kir. Komele wekî xebata yekemîn Xelata Rûmetê dide helbestvan Ehmed Huseynî. Komeleyê di daxuyaniya ku weşand de got ku ji bo keda wî ya pîroz a li ser ziman û wêjeya Kurdî "Xelata Rûmetê" em didin şaîrê gewre Ehmed Huseynî. Komele bi taybetî balê dikişîne ser xebata wî ya li rojavayê Kurdistanê û bi sipasiyên xwe wî xelat dike. Komele bang li her kesî dike ku beşdarî merasima xelatdayînê bibe û dibêje: "Ger hûn bixwazin wijdanê welatê me bibînin kerem bikin."
Merasima xelatdayînê 8'ê Îlonê, roja yekşemê saet 16.00'an de wê li Navenda Çanda Cegerxwîn a li Kayapinara Amedê li dar bikeve.
AMED