Li keleheke beriya bi 2 hezar û 300 salan a Misrî benderek hebû ku jê fîl dişandin şerî. em behsa lîmana kevnar a bi navê Berenîka û keleha wê dikin ku li ser Behra Sor e li Misrê. Tîmeke Lehî-Emerîkî ya arkeologan derxist holê ku Ptolemiyan ev bender û keleh ava kiriye. Ev xanedanek e ku paşmayiyên generalên Skenderê Mezin in. Keleh jî têra xwe mezin e.
Axir Sûrên kelehê îşaret pê dikin ku li gelek cihan cot dîwar hatine lêkirin. Beşekê ya 160 di 80 metroyî de ku li sê hewşan hatiye dabeşkirin, tevî sarincîn ji bo berhevkirina ava baranê ji bo 17 hezar lîtreyan lê hene. Li vir parçeyên qoqê serî yên fîlan jî hatine dîtin ku îşaret pê dike ji vê benderê fîl şandine şerî.
Axir diyar dibe ku keleh hîç rastî êrişê nehatiye û ji ber wê hin beşên wê paşê hatine rakirin. Li gorî lêkolîneran Ptolemiyan li ser xetên xwe yên sînor hez dikir bajarên kelehî çêkin, ji ber ku nedizanîn ka wê xelkê hawîrdorê reaksiyoneke çawa nîşan bide; gava ku êriş nedibûn jî dikarîn dîwar û sûran rakin.
QAHÎRE