Kitêba “Zêrka Zêra: Cureyên Edebiyata Gelêrî ji Derdora Mêrdînê” bi koordînatorî û amadekariya Necat Keskin derket. Di kitêbê de berhemên devkî yên civaka Kurd a li Mêrdînê hatine berhevkirin. Di Projeyê Necat Keskin, Mustafa Aslan, Bünyamin Demir, Melahat Uluç, Adnan Arslan, Cahit Benek, Aynur Ili, Leyla İkinci û Huseyin Kaçmaz weke berhevkar û deşîfrekerên metnên devkî cihê xwe girtine. Zêrka Zêra jî yek ji wan çîrokên gelêrî ye ku li Mêrdînê gelekî belav e û gelen variyant û epîzodên wê hene, navê xwe li kitêbê kiriye. Kitêb ji weşanên Avesta derket.

 

STENBOL