800 weşanxane û saziyên sivîl

Li dinyayê rewşa pirtûkên çapkirî her çiqas ber bi pêş ve neçe jî li Stenbolê Fûara Pirtûkan a Stenbolê her ku diçe mezintir dibe. Ji salên bihurî zêdetir îsal beşdariya weşanxane û saziyên sivîl darî çav e. Li gorî daxuyaniya amadekarên fûarê îsal bêhtirî 800 weşanxane û saziyên sivîl wê beşdarî fûarê bibin. Atolyeyên ji bo zarokan, gotûbêjên ligel nivîskaran, îmzekirina pirtûkan a ji aliyê bi sedan nivîskaran hin çalakiyên li nava meydana fûarê ne.

Nivîskara rûmetê Kuçuradi ye

Her sal ku kesek wekî nivîskarê/a rûmetê tê hilbijartin, îsal jî “Nivîskara Rûmetê” Prof. Dr. Ioanna Kuçuradi ye. Di vê çarçoveyê di li ser jiyan û berhemên Kuçuradi wê panel û çalakiyên cûr bi cûr çêbin ku di hinan de ew bi xwe jî wê amade be.

Kuchurandi: Nezanîn dijminê herê mezin ê mirovan e

Kuchurandi ji rêveberiya TUYAP´ê re di hevpeyvîneke di ser malpara wê de weşandî dibêje, “Ne di destê mirovekî de ye ka ew ê rastî miameleyeke nirxan pûç û xerc bike bê yan na. Lê belê kirin yan jî nekirina karekî di destê wî de ye. Mînak, ne di destê mirov de ye ka mirov rasta neheqiyê tê yan na, lê belê neheqî nekirina li mirovan di destê wî de ye. Ango, gotina ‘ez êşkencê li kesî nakim’ û di rewşeke diyar de nekirina wê, di destê mirovî de ye. Lê belê carinan ‘nekirina’ tiştekê dikare zehmet be. Ji bo gotina vê ‘ez nakimê’ û pêk anîna wê di jiyanê de beriya her tiştî ferz dike ku haya mirovî jê hebe ku mirov e.” Bi van gotinan herî dawî Kuchurandî dibêje, ji bo vê jî perwerdeya mirova li ser mafê mirovan pêwîst e.


Welatê Rûmetê: Elmanya

Her wiha wekî Welatê Rûmetê jî îsal Elmanya hatiye diyarkirin. Di vê çarçoveyê de bi diruşma “Worte Bewegen / Bandora Peyvan” ji wêjeya Elman çalakiyên zarokan wê li dar bikevin û di 4 rojên pêşî ê fûarê de (12-15 mijdarê) li Salona Neteweyî ev çalakî wê cih bigirin. Her wiha nivîskarên li Elmanyayê dinivîsin ên wekî Wilhelm Schmid, Esmahan Aykol, Ilija Trojanow, Peter Schneider, Olga Grjasnowa, Judith Kuckart, Finn-Ole Heinrich, Jan von Holleben, Silke Scheuermann, Matthias Göritz, Achim Wagner, Tobias Hülswitt û Canan Topçu li fûarê dibin mêvan.

Weşanxaneyên Kurdî

Ji aliyê kurdan ve jî fûara Stenbolê girîng e ji ber ku ew jî her sal beşdarî fûarê dibin. Îsal jî ne hemû weşanxane lê beşek jê di fûarê de stand vedikin. 


 NAVENDA NÛÇEYAN