Fransayî û Brotanî yên li Dûarnenez û bajarên derdorê beşdarî festîvalê bûn. Di festîvalê de ku saet 10:00´an li Place des Halles destpê kir, Şaredarê Poûldreûzîc Phîlîppe Ronarch, rojnamevan Laîtîtîa Gaûdîn û endama Meclîsa Biyaniyan a Nantesê (CNCE) ku di heman demê de endama Desteya Rêveber a Komeleya Welatiyên Cîhanê ye Zozan Oztekîn, axivîn.
Di festîvalê de kurtefîlm hatin nîşandan û hunermend derketin ser dikê. Li qada festîvalê wêneyên sê jinên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê li navçeya Amed Sûrê hat qetilkirin û posterên li ser berxwedana Kobanê û Şengalê hatin daliqandin. Ji bo bal were kişandinî ser terora AKP’ê ya li Bakurê Kurdistanê dimeşîne, belavokên bi zimanê Fransî hatin belavkirin.
Bêdengî mirin e
Zozan Oztekîn di axaftina xwe de diyar kir ku beriya demeke nêz ew li Bakurê Kurdistanê bû û bal kişand ser qedexeya derketina derve. Oztekîn da zanîn ku ew bêdengiya welatên Rojavayî li hemberî vê terora li dijî gelê Kurd fêm nake û destnîşan kir, ku ew li Ewropayê çiqasî bêdeng bin, her roj zarok û ciwan li Kurdistanê ji aliyê hêzên çekdar ên dewletê ve tên qetilkirin. Oztekîn da xuyakirin, ku ji ber hovîtiya dewletê, bajarên qedexeya derketina derve lê hat îlankirin ne kêmî Kobanê ne û anî ziman, ku gel li hemberî hemû barbariyan li ber xwe dide.
Qedexeya PKK’ê moralê dide çeteyan
Şaredarê Poûldreûzîc Phîlîppe Ronarch jî krîza penaberiyê ya li Ewropayê nirxand û di vî warî de banga hişyarî û berpirsyariyê kir.
Rojnamevan Laîtîtîa Gaûdîn da zanîn ku hema piştî dagirkirina Mûsilê ji aliyê DAIŞ’ê ve ew çûye Başûrê Kurdistanê, şahidiya trajediya civaka Êzîdî ya li Şengalê kiriye û destnîşan kir ku bêparastin hiştina civaka Êzîdî ji aliyê hêzên pêşmerge ve, di nava civaka Êzîdî de rastî nerazîbûneke mezin hatiye.
Gûadîn diyar kir ku pêşmergeyan nehiştiye ew bi Êzîdiyan re biaxive û anî ziman ku bi hatina YPG û komên din ên Kurd re, Êzîdiyên xwe li çiyayê Şengalê girtin, kêm be jî xwe ewle his kirin.
Gûadîn bi bîr xist ku şerê herî mezin ê li hemberî DAIŞ û rêxistinên terorê ji aliyê hêzên PKK’ê ve tê meşandin û da xuyakirin, ku ragirtina navê PKK’ê di lîsteya ‘rêxistinên terorîst’ a Ewropayê de, moralê dide çeteyan.
Piştî axaftinan, helbestvanê Sûriyeyî Maram Al-Masrî helbestên xwe yên li ser jin û zarokên di bin tesîra şer de xwendin. Festîval bi stranên komên cuda yên muzîkê bi dawî bû.
ANF/DÛARNENEZ