Konseyê ji hemû parlementer, rêveberên şaredariyan, xwendekar û girseya demokratîk xwest ku li hemberî vê yekê xwedî helwest bin. Konseya Kurdan li Swêdê der barê pêşketin û bûyerên li Bakûrê Kurdistanê de daxuyaniyek da û ji hemû parlementerên Swêdî re name şandin ku li hemberî girtina siyasetmedarên Kurd bibin xwedî helwest. Konseyê di nameya ji parlementeran re şand de bal kişandin ser zextên desthilatiya AKP’ê ya li hemberî Kurdan, muxalîf, xwendekar, çapemenî û sendîkayan. Di nameyê de tê bibîrxistin, piştî hilbijartina 29’ê adara 2009, DTP’ê bi serkeftineke mezin 98 şaredariyan bi dest xist û ji wê rojê û pêve êrîşên li hemberî siyaseta Kurdan dest pê kirin, heta niha nêzî 9 hezar kes hatin girtin û di tu kêliyên dîroka Tirkiyeyê de ev qas Kurd nehatine girtin.
Konseyê bal kişand ser zextên li ser şaredariyên BDP’yî jî û diyar kir ku herî dawî Şaredarê Wanê Bekir Kaya hat girtin û ji peywirê hat dûrxistin.
Her wiha, hewldanên ji bo vê mijarê bînin rojeva Parlementoya Swêdê jî didomin. Hat ragihandin ku komek parlementer xwe amade dikin ku mijarê di rojên pêş de bînin rojeva parlementoyê.

ANF/STOCKHOLM