Di panelê de xizmên girtiyan û gelek welatiyên din amade bûn. Panela ku pêşkêşvaniya wê Necdet Îpekyuz dikir, Prof. Dr. Gençay Gursoy, Sekreterê Giştî yê Vakfa Mafên Mirovan Metin Bakkalci, Hîndekare Fakulteya Tipê ya Zanîengeha Stenbolê Prof. Hakan Gurvit, Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîci, Serokê Baroya Amede yê berê M. Emin Aktar û Cîgira Hevserkên Giştî ya BDP'ê Prz. Meral Danış Beştaş amade bûn.
Pêşkêşvan Necdet Îpekyuz, diyar kir ku rewşa çalakgeran ketiye rewşa krîtik û çapemeniya Tirk heta roja 50 qet rewşa girtiyan nexist rojeva xwe. Îpekyuz, anî ziman ku di cîhanê de yekem car çalakiyek bi vî rengî bi berfirehî û mezin tê lidarxistin. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Raci Bilici, çavdêriyên komîsyona girtîgehan pêşkêş kir. Bîlîcî anî ziman ku ji bo hemû agahî bi awayekî rêk û pêk kom bibin torek avakirine serlêdana Odeya Tabîban a ji bo şopandina girtiyan be bersîv maye.  Ger ku li dervê rêgezan tev bigerin dê betelê wê pir giran be.
Serokê Baroya Amede yê berê Prz. M. Emin Aktar jî ani ziman ku ji ber vê helwesta hikûmetê di pirsgirêka Kurd de xetimandinek mezin çêbûye. Aktar, ani ziman ku wan weki komîsyonê bi Wezareta Dadê re hevditin pêk anine.  Prof. Dr. Gençay Gursoy, jî bal kişand ser mînakên berê yên Tirkiyeye û xwest mînakên berê dubare nebin û beyi ku mirin pêk bên daxwazên girtiyan bên bersivandin.
Gursoy destnîşan kir ku piştî van çalakiyan nexweşiya Wernicke Korsakoff li ber derî ye. Prof. Hakan Gurvit jî da zanîn ku ger Vîtamîna B1 nedin girtiyan gumana ku nexweşiyên mezin derkevin hene û xwest pîvan û rêgezên danezana Malta û Tokyo li ber çavan bê girtin. 

DÎHA/AMED