Jîngehparêzên Başûrê Kurdistanê ji bo parastina jîngehê di nava nifşê nû de bi pêş bixin, 3 hezar pirtûkên jîngehê li dibistanên parêzgeha Hewlêrê belav kirin.
Nivîskar û jîngeparêz Arî Axûk pirtûkek li ser parastina jîngehê derxist. Pirtûk ji bo bipêşxistina fikra parastina jîngehê ye.
Nivîskar û jîngehparêz Arî Axûk diyar kir ku piştî kedeke mezin pirtûka xwe çap kiriye. Li gorî agahiyên Arî dayî, pirtûk ji 110 rûpelan pêk tê û ji vê pirtûkê 3 hezar nusxe hatine çapkirin.
Arî diyar kir her sê hezar nusxe jî li dibistanên parêzgeha Hewlêrê û navçeya Mexmûrê ya ser bi Mûsilê, wê bên belavkirin.
Ji bo pirtûk li seranserê dibistanên Herêma Kurdistanê jî were belavkirin, wî pirtûk radestî Wezareta Perwerdeyê kiriye.
ROJNEWS/HEWLÊR