Sezaî Temellî: Em ê meşa xwe ya rêya sêyemîn dewam bikin. Em di 24’ê Hezîranê de didin ser rêyeke dûr û dirêj. Bila her kes aştî, demokrasî û vîna yekîtiya gelan têxe tûrikê xwe. Em dê di welatê hevpar de heta komara demokratîk ava bikin, rêya têkoşîna xwe dewam bikin.
Li mezintirîn bajarê Tirkiyeyê Stenbolê, hilbijartinên şaredariyê hatin dubarekirin. Tevî gelek fen û fûtên hilbijartinan jî, çav li rê bû ku namzetê CHP´ê Ekrem Îmamoglu bi ser keve. Hevserokên Giştî yên HDP´ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî jî dengê xwe li Stenbolê da. Buldan hêvî kir ku encama ji sindoqan bi xêra azadî û aştiyê be. Temellî jî got, di têkoşêna xwe de êdî ew ê rêya sêyemîn a dirêj bidin ber xwe.
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, li Dibistana Seretayî Mûrat Koluk a semta Florya ya navçeya Bakirkoy a Stenbolê dengê xwe da. Pervîn Bûlan ji aliyê endamên Desteya Rêveber a Navenda HDP’ê, Parlementera Stenbolê ya HDP’ê Zuleyha Gulum û Dayikên Aştiyê ve hat pêşwazîkirin.
Bûlda piştî ku dengê xwe da, li ber dibistanê daxuyaniyeke kurt da û got, “Ez hêvî dikim ku hilbijartinên 23’yê Hezîranê ji bo paşeroja Tirkiyeyê xêrê bînin. Ez hêvîdar, dengên îro bên dayîn, ne tenê qedera Stenbolê, qedera tevahiya Tirkiyeyê biguherînin.”
Azadî wê bipijiqe
Bûldan bal kişand ser hilbijartinên 31’ê Adarê û wiha peyivî: “Xwezî dengên di 31’ê Adarê de hatin dayîn û vîna derket holê bihata qebûlkirin û îro ev hilbijartin nehatiba kirin. Lê ligel her tiştî jî vîna gel xesp kirin, tehemul nîşanî vîna gel nedan û ji ber vê em îro careke din hatin ser sindoqan. Ez ji dil û can hêvî dikim ku îro ji sindoqan demokrasî derkeve. Îro dê ji van sindoqan azadî, aştî û yekitî bipijiqin. Hilbijartinên Stenbolê li me hemûyan pîroz bin.”
Rêya dirêj a sêyemîn
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temelî, piştî dengê xwe da, daxuyaniyek da. Temelî, anî ziman ku ew dê di rêya sêyemîn de meş û tekoşîna xwe dewam bikin û rêya rizgarkirina ji dubendî û cudakariyê rêya sêyemîn a demokrasiyê ye. Temellî destnîşan kir ku ew ê ji 24’ê Hezîranê û pê ve têkevin rêyeke dûr û dirêj a aştî û demokrasiyê.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, li Dibistana Seretayî ya Halîl Vedat Firtinali ya Yenîkoya Bakirkoyê çû ser sindoqê û dengê xwe da. Endamên Desteya Navendî ya Rêveberiyê ya HDP’ê û parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum jî li gel Temellî çûn ser sindoqê û piştre gel silav kirin. Temellî got, di sala dawî de gel li dijî bûyerên çar salên dawî bi awayekî ji dil nerazîbûna xwe nîşan da: “Em vê nerazîbûnê, ev demeke dirêj e tînin ziman. Tirkiye di nava bêhiqûqî û bêedaletiyeke mezin re derbas dibe. Tirkiye ketibû bin tercîdekê. Feraseta yekperest, rejîma otorîter, bêhiqûqî rewa kir û feraseta Rewşa Awarte (OHAL) li Tirkiyeyê ferz kir. Gel di 31’ê Adarê de bi awayekî pirr cidî îtîraza xwe anî ziman. Me jî wekî HDP’ê ji bo rêyeke nû ya ji bo Tirkiyeyê, stratejiya xwe danî holê. Ev rêya sêyemîn e. Em ê meşa xwe ya rêya sêyemîn dewam bikin. Em di 24’ê Hezîranê de didin ser rêyeke dûr û dirêj. Bila her kes tûrikê xwe amade bike. Bila aştî, demokrakî vîna yekîtiya gelan têxin tûrikê xwe. Em dê di welatê hevpar de heta komara demokratîk ava bikin, rêya têkoşîna xwe dewam bikin.”
Rêya neteweya demokratîk
Temellî got, wê piştî sibe dest bi rêyeke dûr û dirêj a rêya seyemîn bikin û wiha bi dawî kir: “Em ê dest bi rêya demokrasiyê bikin Emê di rêya aştî û demokrasiyê de gihandina hev berhdewam bikin. Bêhtir demokrasî, bêhtir aştî, bêhtir edalet. Heta Komara Demokratîk bê avakirin em ê di vê rêyê de meşa xwe dewam dikin. Ji bo destûreke ku mafê hemû bawerî, ziman, çand û gelan biparêze, têkoşîna me wê bidome. Têkoşîna me ya xet û rêya sêyemîn a Komara Demokratîk û Neteweya Demokratîk wê dewam bike.”
Dema ku nûçeya me dihat amadekirin, hîna li Stenbolê deng dihatin dayîn û ti encam eşkere nebûbû. Lê ji zerfên bê mohr, bi gelek mohr û bi mohrên hilbijartinên giştî, gelek binpêkirinên rêzikên hilbijartinan jî hatin tesbîtkirin. Li ser îtîraza CHP´ê YSK´yê got, dengên bi van zerfan wê bên qebûlkirin. Li Stenbolê 10 Milyon û 560 hezar û 963 hilbijêrên qeydkirî hene.