Ji ber ku materyalên par nû bûn, cara yekem bû ku ji refa yekê heta refa şeşan bi zimanê Kurdî ders hatibû dayîn, rexmî ku haziriyek mezin jê re nehatibûn kirin jî. Ji lewra îsal gelek zehmetî û pirsgirêk derketin holê.
Ji niha ve li ser dixebitin
Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan û ji bo sala nû ya perwerdehiyê baştir be, mamosteyên dibistanan di nava hewildanan de ne ku xwe zêdetir li ser materyalan perwerde bikin û bihgehekî xurt ava bikin.
Li bajarê Kobanê bi navê Şehîd Viyan Amara akadîmiyek û bi navê Şehîd Zozan û Şehîd Gîvara du peymangeh hene.
Par tenê 145 dibistanên Kantona Kobanê wekî gaveke destpêkê hatin vekirin û ji ber ku piraniya dibistanan di encama êrişan de hatibûn xirabkirin, gelek navend ango malên hazir wekî dibistan hatin bikaranîn.
KOBANÊ