Ji bo her dengî xebat dewam dike
Li Awusturyayê hilbijartinan 6 roj li dûv xwe hiştin, belê Koordînasyona Hilbijartinan dide zanîn ku ew ê heta roja dawî jî hem xelkê bibin ser sindoqan û hem jî hewl bidin hilbijêran îqna bikin da ku dengê xwe bidin HDP´ê û Demirtaş.
OMER YUCE/KADIR GUNEŞ
VIYANA/SALZBURG
Li Awusturyayê li aliyekî pêvajoya dengdanê dewam dike, li aliyê din serdanên ji bo îqnakirina hilbijêran jî dewam dikin.
Di tevahiya çalakiyên li bajêr de çawa xebat tê meşandin, wezîfedarên HDP´ê li dawetan de jî bang li xelkê dikin da ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin. Koordînasyona Navendî ya Hilbijhartinan jî xebatên xwe dewam dike. Piştî civîna nirxandina xebatên hilbijartinan, endamê Koordînasyona Hilbijartinan Richard Berger ê ku di HDK Ewrûpa de cihê xwe digire, li ser xebatên hilbijartinê bi me re peyivî. Berger dibêje, li ser sindoqan nexasim jî roja yekşemê gelek mirov kom bûne û heta niha di nav yên ku dengê xwe dayî de rêjeya hilbijêrên HDP´ê jî têra xwe heye. Li ser vê yekê Berger dibêje, “Di van hilbijartinan de li Awusturyayê rêjeya dengan a HDP´ê wê zêde bibe.
Endamên Koordînasyona Hilbijartinan, li ser hilbijêrên çûyî ser sindoqan û rêjeya hilbijêrên HDP´ê di nava van de, karekî belgekirinê jî kiriye. Berger got, hilbijêrên HDP´ê bi tenê li Viyanayê yekşema bihurî qederê 1000 dengî bi kar anîn û got, “Morala hilbijêrên me bilind e û bi organîzasyoneke baş, em kesên ku derfeta wan nîne biçin ser sindoqan jî dibin ser sindoqan.”
Divê hemû hilbijêr deng bidin
Berger dide zanîn ku yekşema bihurî wan bi 10 otobus û bêhtirî 100 wesaîtan hilbijêr birine hersê navendên hilbijartinan ên li Awusturyayê û dawiya hefteyê bêhtir ji derveyî bajarên mezin, bêhtir ji gundewaran xelkê berê xwe daye navendên hilbijartinê û dengê xwe daye.
Berger got, heta ku yek hilbijêrê HDP´ê yê tenê jî bimîne, ew ê karê xwe dewam bikin û hilbijêran bibin ser sindoqan. Berger wekî din got, heta roja dawî ya dengdanê ew ê xebatên xwe yên propagandayê û îqnakirina hilbijêran dewam bikin.
Hestiyarî divê dewam bike
Muslum Deniz ê ku di Koordînasyona Hilbijartinan a HDP´ê a bajarên Linz û Salzburgê de cihê xwe digire jî ji bo xebatên xwe dibêje, “Rojên destpêkê nebe jî, nexasim dawiya hefteyê weke pêkhateyên HDP´ê beşdariyeke dengdanê ya baş û xwedîderketineke baş a li sindoqan derket holê. Ji gelek herêmên xwe bi 5 otobusan û sedan wesaîtî beşdariya dengdanê bû. Ev hestiyariyeke baş bû. Em hêvî dikin heta 19´ê Hezîranê jî ev hestiyarî dewam bike.” Muslum Deniz di dawiyê de wiha bang li hilbijêran dike: “Heger em dixwazin ji vê rejîma yek zilamî xwe xilas bikin, divê em nebêjin ma dengek hebe çi ye, nebe çi ye. Divê em biçin ser sindoqan û mafê xwe yê dengdanê bikarbînin. Ne wisa be, em nikarin ji wan bendên li ber me danî derbas bibin. Gelê me divê illehî biçe ser sindoqan û dengê xwe bide. Divê em ji bîr nekin, ji bo ku HDP ji bendê bibihure, dengê ji Ewrûpayê gelekî girîng in. Em divê dengekî xwe bidin HDP´ê û yê din jî bidin Demirtaş.”
Di 5 rojan de 18 hezar deng
Li Awusturyayê li Viyana, Bregenz û Salzburgê di nava hefteyê de 10 û dawiya hefteyê 13 sindoq danî ne. Bêhtirî 106 hezar hilbijêrên ji Tirkiyeyê li welêt hene. Di 5 rojên destpêkê yên dengdanê de bêhtirî 18 hezar hilbijêr çûn ser sindoqê û dengê xwe dan. Heta 19 Hezîranê her roj saet ji 09.00’an heta bi saet 21.00’ê li van her sê navendan deng wê karibe bê dayîn.
Dawiya hefteyê otobus radibin
Li aliyê din roja şemiyê û yekşemê ji bo kesên ku derfetên wan nînin biçin ser sindoqan, li bajarên Linz, Steyer, Wels, Innsbruck û Kufsteinê sibehî wê ji ber Navendên Civaka Demokratîk ên Kurd (NCDK) otobus rabin û xelkê bibin ser sindoqan.