Koordînasyona Heskîfê bang li raya giştî kir û ji bo rizgarkirina Geliyê Dîcleyê got, "Hîn jî dereng nîne."
Koordînasyona Heskîfê bi sernavê "Heskîf li ber qiyametê ye, Beriya ku av li Bendava Ilisûyê bigewime jê biqerin" daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate ragihandin, gola bendava Ilisûyê heta niha kiriye av bide ser 35 gundan, gihîştiye Heskîfê; Heskîf yek ji mîrateyên xwezayî û çandî yên herî girîng ên navneteweyî ye.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji meha Tebaxê ve malbat yek bi yek ji Heskîfê tên derxistin û 40 malbat ji ber ku bêmal mane û nizanin wê heywanên xwe bi ku ve bibin li Heskîfê ne."
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li gel xisara heta niha li Geliyê Dîcleyê bûye hîn jî ew dikarin pêşî lê bigirin: "Em çiqasî zû ji projeya Ilisûyê vegerin ew qezenek e ji bo me û nifşên nû. Divê ji hikûmetê bê xwestin ku dawî li projeya bendavê bê anîn. Rewşa hewarê ye û dem zêde nîne."
ÊLiH