
Li navçeya Heskîf a dîrokî bendava Ilisuyê ji 3/2 hat temamkirin. Di vê navberê de dest bi çêkirina bendê jî kirin. Lez dan xebatên bendava Ilisuyê ku Serokwezîr Erdogan gotibû, 'di sala 2015'an de dê xilas bibe.' Ji hêlekî ve çekirina bendavê dewam dike û ji hêla din ve jî ji bo navçeya dîrokî di bin avê de nemîne rêxistinên dorhêlparêz û rêxistinên saziyên sivîl têdikoşin. Parêzer Murat Cano ji bo benda Ilisuyê bide rawestandin doza vekir, lê doz ji aliyê Dadgeha Îdare ya Êlihê ve hatibû redkirin. Cano li ser vê yekê doz derbasî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê kiribû. DMME'yê jî di 17'yê Hezîrana 2006'an doz qebul kiribû. Doza bendavê li DMME'yê dewam dike. Ji Cotmeha 2010'an û pê de bi qedexekirina ketina Heskîfê re hejmara tûrîstên ku dihatin navçeyê her ku çû kêm bû. Beriya biryar bê dayîn 1000 kesî Heskîf ziyaret kir lê di dîroka ku ketina navçeyê hat qedexekirin de ev hejmar daket 500'î.
Dawiya hefteyê 10 hezar tûrîst ziyaret dikin
Beriya hilbijartina giştî ya 2011'an Heskîf ji aliyê wezîrê aborî û parlementerê AKP yê Êlihê Mehmet Şîmşek ve dîsa bi merasimekî ji gel re hat vekirin. Gel tenê dikare di navbera saetên 08.00-18.30'an de bi pere bikeve cihên dîrokî. Piştî vê yekê hejmara kesên ku kelheya Heskîfê ziyaret dike jî zêde bû. Di nava hefteyê de li ser 1500 kesî mirov Heskîfê ziyaret dikin, di dawiya hefteyê de jî ev hejmar derket 10 hezaran. Tûrîstên ku ji Tayland, Îtalya, Portekîz û Brezîlyayê tên Heskîfê cihên dîrokî yên Heskîfê ziyaret dikin.
Dikandar tengezar bûne
Qedexekirina serdana Kelheya Heskîfê û serdan bi çend saetan sînorkirin demên zehmet bi dikandaran dide jiyîn. Dikandarê bi navê M. Şah Oztekîn ku salên demdirêj in li sûka Heskîfê dikandariyê dike diyar kir ku ew êdî nikarin kirêya dikana xwe jî bidin û got; "Berê li ber perava çemê Dîcleyê holik hebûn. Me mêvanên xwe yên herêmî û tûrîst li van holikan bicih dikirin. Ev 2 sal in ew holik jî ji holê hatin rakirin. Em ketine rewşeke wisa ku nekaribin kirêya dikanên xwe bidin. Daxwaza me ew e ku perava Dîcleyê dîsa bê vekirin. Ji ber ku perava çemê Dîcleyê hat girtin êdî kes nayê. Dikandar şerpeze bûne. Daxwaza me dikandaran ew e ku derfetên zindîkirina van deran pêş bikeve."
Banga li Heskîfê vedana konan!
Serokê Komeleya Danasîna Tûrîzma Êlihê Emîn Bulut ji bo çêkirina bendava Ilisuyê şermezar bike û balê bikişîne ser kelheya Heskîfê li perava çemê Dîcleyê konê "Wargeha kon a Neolotîk" veda. Bulut banga vedana konan kir û got; "Me navê konbajarê xwe kir konbajarê Neolotîk û me xwest bi sembola Neolotîk wargehekî ava bikin. Armanca me ew e ku ji bo cîhaneke wekhev û adil em cudahiyekî pêk bînin e. Wargeha me dê herdemî be. Em ê li vê wargeha xwe rêzeçalakiyên çandî û hûnerî lidar bixin. Di meha îlonê de Sezen Aksu û di meha Cotmehê de jî Tarkan dê vê navçeya me. Me li vê derê ji bo xweza, çand û dîrokê pêngavek avêt."
Cereyan dê ji pêlikên bisîkletê bê hilberîn!
Endamê Koma Pedalliyorumê Cengîz Yargiç jî diyar kir ku ew ê cereyanê ji pêlikên bisîkletê hilberînin û wiha axivî: "Dixwestin Heskîfê vala bikin. Me jî ji bo bertekên xwe nîşan bidin ev wargeh ava kir. Ji ber ku bi hinceta ku dê cereyan bê hilberîn van deverên dîrokî dê bin avê de bihêlin. Dixwestin xwezaya me tune bikin. Me jî xwest ku em nîşan bidin ku ji pêlikên bisîkletê jî cereyan tê hilberîn. Ev dever cihê seyranê ne. Ji xebatên sînemayê bigirin heta xebatên wêneyan çi ji destê me bê em ê bikin. Havîn zivistan dê wargeha me vekirî bimîne. Divê herkes Heskîfê bibîne."
'Şaristaniya mirovahiyê ya dîrokî heye'
Lêkolîner û nivîskarê Amerîkî John M. Crofoot ku 3-4 salên dawiyê ye tê Heskîfê jî diyar kir ku li Heskîfê dem derbaskirin gelekî diçe xweşiya wî û got; "Li Heskîfê dem derbaskirin ji bo min cihê keyfxweşiyê ye. 3 Sedemên wê hene. A yekemîn mirovên Heskîfî gelekî germ û mêvanperwer in. Bi wan re dem derbaskirin gelekî xweş e. A duyemîn mirovên li vê derê xwedî pirçandî ne. Heskîfî 3 zimanan dixaxivin. Kurdî, Tirkî û Erebî. Ev yek jî ji bo min gelekî girîng e. Ya sêyemîn jî dîrokeke dûvedirêj a Heskîfê heye. Dîroka şaristaniya mirovahiyê ya dîrokî heye. Dîroka olan heye. Nemaze berhemên şaristaniya misilmaniyê ya serdema navîn li Heskîfê ne. Heskîf ji bo min wekî Tirkiyeyeke biçûk e. Mirov dikare Heskîfê wekî pirtûk, mûze û cihê betlaneyê bibîne. Ez bi Heskîfê re eleqeder dibim. Lê Heskîf ji ber bendavê di bin xetereyê de ye. Lewma ez pê re eleqeder dibim."
ÊLIH