Alîkarê Hevserokên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiyakurd yek ji endamên heyeta rêveberiya xweser e ku bi navbeynkariya Rûsyayê bi rêveberiya Sûriyeyê re li Şamê hevdîtin kir. Çiyakurd li ser naveroka hevdîtinan û daxuyaniyên Alîkarê Wezîrê Karê Derve yê Sûriyeyê Faysal El Miqdad axivî.

Çiyakurd bû mêvanê bernameya ‘Bûyer’ a Ronahî TV û anî ziman ku rejîma Sûriyeyê bi aqlê beriya şerê sala 2011’an tevdigere.

Çiyakurd nerazîbûn nîşanî daxuyaniya Faysal El Miqdad da ku gotibû “Em Rêveberiya Xweser red dikin” û destnîşan kir ku daxuyaniyên bi vî rengî xizmetê ji diyalogê re nake. Çiyakurd got, “Ev zîhniyet çareseriya pirsgirêkên li Sûriyeyê naxwaze. Ji vê zîhniyetê ye ku li Sûriyeyê tiştek neqewimiye. Ev zîhniyet dixwaze mîna beriya sala 2011’an welêt bi rê ve bibe. Ev zîhniyet ti carî pirsgirêkan çareser nake, wê krîzê girantir bike.”

Çiyakurd anî ziman ku ew hevdîtinên bi rêveberiya Sûriyeyê re girîng dibînin û got, “Bi Şamê re hin hevdîtin hatin kirin. Ev hevdîtinên bi navbeynkariya Rûsyayê hatin kirin nû bûn û em bi wate dibînin. Di demeke wiha de daxuyaniyên bên dayin hemû divê bi kêrî çareseriya pirsgirêkan bên.

Vegera rewşa berê ne pêkan e

Bedran Çiyakurd got, “Ji bo çareseriya pirsgirêkên aborî, siyasî, îdarî û ewlekariyê yên Sûriyeyê, potansiyel û tecrûbeya Rêveberiya Xweser hêzeke mezin e. Eger rêveberiya Şamê Rêveberiya Xweser weke xeta sor bibîne û hewl bide bi rêbazên berê pirsgirêkan çareser bike, divê zanibe ku ev yek nepêkan e û pêwîstî bi destûreke nû ya bingehîn heye.”

Bedran Çiyakurd rola navbeynkariyê ya Rûsyayê ya di hevdîtinan de nirxand û got, “Li dijî van nêzîkatiyên rêveberiya Şamê heta niha Rûsyayê tiştek nekiriye. Rûsya jî ji Şamê gelekî cuda nafikire. Rûsya hewl dide di çarçoveya nêrîna rêveberiya Şamê de Rêveberiya Xweser û Şamê nêzî hev bike. Lê belê daxwazên Şamê û Rûsyayê jî ji aliyê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve nayên qebûlkirin. Çareseriya wan dişibe tişta ku li Derayê kirin. Di vê mijarê de projeyeke zelal a Rûsyayê nîne. Tenê dibêjin, eger we û Şamê li hev kir em bêalî ne, em ê qebûl bikin. Em jî dibêjin di vê mijarê de pêwîstî bi garantorên bêalî hene. Di vê nuqteyê de berpirsyarî dikeve ser milê Rûsyayê. Divê zextê li rêveberiya Şamê bike. Ji ber ku Rûsya jî dibîne vegera li rewşa beriya sala 2011’an zehmet e.

 

 NAVENDA NÛÇEYAN