Tevna Hevpar ya Rêxistinên Jinan û Rêxistinên Civakî li Parka Azadî ya bajarê Silêmaniyê di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de pêşengehekî hunera destê jinan dan nîşandan. Seroka Rêxistina Fêrkariya Gerok Çeman Tahir, têkildarî pêşengehê diyar kir ku çalakiyên wan bi boneya 8’ê Adarê li Parka Azadî hatin lidarxistin û got: “Me di çarçoveya çalakiyê de hewlda berhem û hunerên destê jinan nîşan bidin û weke alîkariyeke ji bo jinan da bikarin bibin xwedî aboriyeke xwe. Bi baweriya me pêwîst e yekîtî di navbera rêxistinên civakî yên jinan de hebe. Ji ber vê jî îro me bi awayeke rêxistinkirî ev çalakiyê li dar xist. Şeş maseyên rêxistina me hene ku em xebatên xwe li ser didin nîşandan. Tevna Rêxistina Jinan û Saziyên Civakî ji Rêxistinên Jinan, Komeleya Jinan, Jinên Sosyalîst, Jinên Yekgirtû, Jinên Komela Îslamî, Rêxistina Kesk û hindek rêxistinên din yên civakî pêk tê.
SILÊMANÎ