
AZAD SÊFO / HOGIR NECAR / ANHA
Hevserokê Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a herêma Cizîrê li Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê, Izedîn Ferhan diyar kir ku piştî navên namzetên di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de hatine qebûlkirin, û eşkere kirin, çalakiyên propagandeyê yên namzetan wê tavilê dest pê bikin û di 29’ê vê mehê (Mijdarê) de bi dawî bibin.
Çav li rê ye ku hilbijartinên rêveberiyên herêmî 1’ê Kanûna 2017’an bêne lidarxistin. Ev hilbijartin jî qonaxa duyemîn a hilbijartinên Federalîzma Demokratîk in ku ji sê qonaxan pêk tê. Di qonaxa yekemîn de hevserokên komunan hatin hilbijartin, di qonaxa duyemîn de jî rêveberiyên herêmî yên herêman wê bên hilbijartin û di qonaxa sêyemîn de jî ango Kongra Gelên Demokratîk tê payîn di 19’ê Çileyê 2018’an de bêne lidarxistin.
Li ser mijarê Hevserokê Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a herêma Cizîrê Izedîn Ferhan da zanîn ku piştî lêvegera hemû giliyan, ew ê navên namzetên ku ji bo hilbijartinên rêveberiyên herêmî hatine qebûlkirin bi awayekî fermî eşkere bikin û bi vê yekê re jî namzet dikarin çalakiyên propagandeya xwe dest pê bikin.
Ferhan got, çalakiyên propagandeyê jî wê heta 29’ê Mijdarê dewam bikin û 1´ê Kanûnê jî li seranserî herêma Cizîrê hilbijartin dest pê bikin.
Di hemû dezgehên civakî û ragihandinê de
Izedîn Ferhan derbarê çalakiyên propagandeyê yên namzetan de jî got, ji mafê hemû namzetan e ku çalakiyên xwe yên propagandeyê li dar bixin da ku bernameyên xwe yên hilbijartinan û armanca wan a beşdarbûna van hilbijartinan eşkere bikin û wiha peyivî: “Çalakiyên propagandeyê hemû dezgehên çapemeniyê, wêne, belavok û pankartan digire nava xwe.”
Ferhan got, ne ji mafê namzetan e ku wêneyên xwe li ser avahiyên pîroz weke mizgeft û dêran daliqînin û wiha dewam kir: “Heger namzetek yan jî lîsteyek li cihên qedexe propagandaya xwe daliqand, komîserî wan agahdar dike da ku jê hilbikin, heger namzet yan lîste ev yek pêk neanî, komîserî Şaredariya Gel agahdar dike da ku van wêne û lîsteyan bavêje û lêçûna wê jî ji xwediyê wêne yan lîsteyê tê xwestin.”
Rêveberî nikare propagandaya namzetan bike
Izedîn Ferhan hemû namzet hişyar kirin da ku rêbazên zextê li dijî hilbijêran bi kar neyînin û got: “Çênabe karmendên Rêveberiya Xweser, dezgehên rêveberiyê ji bo propagandaya namzetan bi kar bînin.”
Izedîn Ferhan da xuyakirin ku Komîseriya Bilind a Hilbijartinan destwerdana çalakiyên propagandayê nake û ev çalakî li ser milê namzet yan lîsteyê ye û lêçûnên van propagandayan jî ji Komîseriyê nayê xwestin.
Hevserokê Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a herêma Cizîrê Izedîn Ferhan di dawiya gotinên xwe de bang li hemû welatiyên Bakurê Sûriyeyê kir ku beşdarî hilbijartinan bibin û bi berpisyarî namzetên xwe hilbijêrin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em sîstemeke nû ji Sûriyê re ava dikin, sîstema demokrasiya azad û zelal e ev. Ev proje çareseriya herî guncaw a aloziya Sûriyeyê ye.”
Komîseriyên Bilind ên Hilbijartinan li hersê herêmên Bakurê Sûriyeyê “Efrîn, Ferat û Cizîrê” navên namzetên ku dê beşdarî çalakiya hilbijartinan bibin, doh ragihand.
Em ê Netewa Demokratîkji xwe re esas bigirin
NARÎN EMÎN / ANHA / EFRÎN

Bernamzetên hilbijartinên rêveberiya herêmî ya maclîsên kantona Efrînê got, ew ê rêgeza Neteweya Demokratîk esas bigirin.
Bernamzet Mihemed Husên Ehmed ê ji lîsteya Neteweya Demokratîk a meclîsa kantona Efrînê got, “Armanca me ji bo hilbijartinên meclîsan ew e ku prensîpên bingehîn ên Neteweya Demokratîk bên pêkanîn û di çarçoveya meclîsan de hêviyên gelên herêmê bi cih bên anîn”.
Mihemed derbarê şaşiyên di demên dawî de derketin,got, “Pêwendiyeke xurt di navbera wan û gel de tinebû, li ser vê yekê em ê hewl bidin bi hemû hêza xwe wan şaşiyan li pey xwe bihêlin û zêde nêzî civakê bibin, pirsgirêkên wan çareser bikin, da ku em bigihêjin astên bilind û pêşketî.”

Bernamzet Yehya Mihemed Hesen ê ji lîsteya serbixwe ya meclîsên kantona Efrînê got, di vê pêngavê de, piştî tecrûbeya komunan çêbû, ew ê hewl didin bi pêş ve biçin û civakê bigihînin asta herî bilind.
Bernamzet Abdîn Bekir ku ji lîsteya Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (Yekîtî) ya meclîsên kantona Efrînê, diyar kir ku serketina hilbijartinan bipêşketina gelên herêmê li Bakurê Sûriyê ye, ji ber ku hemû alî û partî di nav de cih digrin.

Abdîn Bekir di dawiya axaftina xwe de li ser rola şêniyan di hilbijartinan de got, “Divê şênî ji bo qonaxa bê, baş di amadekariyê de bin, hilbijartin dê di xizmeta wan de be, divê rola xwe bi awayekî aktîf pêk bînin û kesên guncaw ji bo nûnertiya xwe hilbijêrin”.