Piştî krîza ji ber şewba koronayê, li ser înternetê belavkirina bernameyên hunerî, film, şano, muzîk û wekî din zêde bû; niha jî bazara hînbûna ziman xweş dibe. Me doh dabû zanîn ku nivîskar û nûçegihanê me Alaaddîn Sîyanîç dest bi xizmeta Dersên Kurdî dike ji bo hînbûna Kurdî. Komeleya Lêkolînên Kurdî li Stenbolê jî ji bo dersên online, dest bi bikaranîna bernameya Zoomê kir. Li aliyê din Kurdemy jî dersên Ingilîzî li astên cihê dide Kurdên dixwazin hînî Ingilîzî bibin. Ji bo dersa Kurdî ya Alaaddîn Sîyanîç jî tenê lazim e mirov bernameya bi navê 'Zoom' a bêpere li ser komputera xwe bar bike û bi kar bîne. Dersa destpêkê îro li gorî saeta Londonê saet di 18:00´an (li gorî Amedê 20:00) de dest pê dike. Ders ji bo hînkirina Kurmanciyê ye û her roja duşemê heman saetê bidome. Bernameya ji bo dersê lazim ê li ser malpera li jêr peyda dibe: https://zoom.us/j/7083784912?pwd=eXlYS05Xd3F3SUJkY1VuVlMvT0p2UT09 Ji bo mirov tevlî dersê bibe jî pêwîst e ev agahiyên li jêr hatine dayin, bên bikaranîn: Meeting ID: 708 378 4912 Password: 419894 Kurdî ji bo gelek astan Komeleya Lêkolînên Kurdî li Stenbolê jî wê bernameya Zoom ji bo dersan bi kar bîne. Komeleyê ji bo kesên dixwazin beşdarî dersan bibin qeydiyên online vekirin. Komeleyê got, di demeke kurt de hezar kesî xwe qeyd kir. Komeleyê malavahiya xelkê kir ji ber elaqeyê û qeydî rawestandin. Ders wê li ser bernameya Zoomê bên dayîn. Li aliyê din rojnamevan Namo Abdulla jî damezrênerê Kurdemy ye. Ev platformeke online e ji bo hînbûna Ingilîzî bi taybetî ji bo Kurdan. Ew di sê astên sereke de dersên Ingilîzî didin kesên Kurdîaxêv. Malpera Kurdemy jî li jêr e: https://kurdemy.net/ NAVENDA NÛÇEYAN