HEWRÊ KIRÊKAR / ROJNEWS / KELAR


Hunermend Serbest Ehmed diyar kir ku ji bo bipêşxistina çand û hunerê rasteqîn ji bo gelê Kurd, pêwîstî bi yekîtiya neteweyî heye û got; “Ji ber ku welatên dagirker karên cidî ji bo jiholêrakirina hunerê gelê Kurd kirine, pêwîstiya me ji bi yekîtiyê heye.”

Hunermend Serbest Ehmed ku karê şanogerî û dramayê dike li Başûrê Kurdistanê bi navê Ede Heyatim tê naskirin. Xelkê navçeya Kelar a ser bi Germiyanê ye û di dramaya Kurdî ya bi navê ‘Reşeyî Polîs’ de rol lîstiye, li ser girîngiya yekîtiya neteweyî di warê çand û hunerê Kurdî de Serbest Ehmed dibêje; “Ji bo bipêşxistin û nîşandana hunerê rasteqîn ê gelê Kurd pêwîstiya me bi yekîtiya neteweyî heye. Ji ber ku welatên dagirker karên cidî ji bo jiholêrakirina çand û hunerê Kurdî kirine.”

 

Huner û gotara yekgirtî

Ehmed diyar dike ku li her çar parçeyên Kurdistanê Kurd xwedî hunerekî baş in û wiha dipeyive: “Kurdan ji bo huner, karên baş kirine. Li her çar parçeyên Kurdistanê, Kurd xwedî hunerekî baş in. Lê ji ber sedema belavbûnê, nekarîne bibin xwedî yek gotara yekgirtî.”

Hunermend Serbest Ehmed herî dawî dibêje,; “Pêwîst e kesên şareza û huner-dost li her çar parçeyên Kurdistanê bicivin. Armanc û fikrên xwe nîqaş bikin. Ji bo sîstemeke baş ji bo hunerê Kurdî damezirînin û hemû hunermendên Kurd kar li ser bikin. Ev karê hunerî yê Kurdî wê bibe karekî gelekî mezin û bi berhem. Em dikarin bi hunerê xwe li hemberî van hêz, alî û welatên ku dixwazin Kurdan bêdeng bikin rawestin.”