Li Pênciwên ji bo parêzvanê mafê mirovan Îqbal Muradî ku li Pênciwên hatibû qetilkirin, konê sersaxiyê hate vegirtin. KODAR´ê jî qetilkirina Muradî şermezar kir û sersaxî ji malbatê û gelê Kurd re xwest.
Li Mizgefta Darulselam a navçeya Pênciwên a Silêmaniyê ji bo parêzvanê mafê mirovan Îqbal Muradî yê ji Rojhilatê Kurdistanê ku pêr hate qetilkirin tazî hate danîn. Bi sedan welatiyên navçeyê çûn sersaxiyê.
Hevjîna parêzvanê mafê mirovan Îqbal Muradî, Amîne Mehmûd got; “Cenazeyê wî li çemê Alyawa hate dîtin. Dema ku cenaze hate dîtin, me got qet bi xwe ketiye nava avê de, lê piştî cenaze hate derxistin, cihê 6 guleyan li ser bedana wî bû.”
Amîne Mehmûd got, ew serbilind e bi hevjînê xwe û wiha peyivî: “Ez piştrast im ku wê xwîna şehîdan bi fikir û felsefeya Rêber Apo belesebeb neçe. Şehîd namirin.”
Îqbal Muradî di şeva 17’ê Tîrmehê de li navçeya Pênciwên a Silêmaniyê ji aliyê kesên nenas ve hate qetilkirin. Pêr cenazeyê wî bi merasîmekê hate veşartin.
KODAR´ê Îran berpirsiyar girt
Komeleya Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) derbarê qetilkirina parêzvanê mafê mirovan Îqbal Muradî de daxuyaniyeke nivîskî belav kir. KODAR’ê ji kuştina Muradî Hikûmeta Îranê berpirsyar girt û got, Îran welatên cîran ji bo xwe kiriye meydana êrişên li dijî mixalefetê.”
KODAR’ê di dewama daxuyaniya xwe de bal kişand ser axaftinên serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî û got; “Axaftinên Nêçîrvan Barzanî daye diyarkirin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê rê li ber kuştinan vekiriye. Şehîd Îqbal Muradî parêzvanê mafê mirovan bû û ji bo gelê xwe xemxwar bû. Hertim li hemberî êrişên rejîma Îranê têkoşiya û felsefe û îdeolojiya Rêber Apo ji bo xwe kiribû bernameya jiyanê.”
Herî dawî KODAR’ê qetilkirina Îqbal Muradî şermezar kir û sersaxî ji malbat û kesû karê wî re xwest.
ROJNEWS/SILÊMANÎ