
Meleyê Mizgefta Mewlana Xalidî Neqşebendî ya li bajarê Hewlêr ê Herêma Kurdistana Federal Şêx Mûhsîn Mûftî Neqşebendî bal kişand ser êrişên Cebhet el-Nusra û DAİŞ'ê yên li dijî Rojava û ragihand: "Me zilm û zordarî li tu gelekê nekiriye, em li welatê xwe ne û tenê dixwazîn di welatê xwe de serbilind bin. Em naxwazin biçin welatê ti kesî dagir bikin, lê em naxwazin jî welatên cîran û misilman bên deshilat û zorê li me bikin."
Li dij gelê bindest cîdat dibe!
Şêx Mûhsîn bal kişand ser êrişên komên çetê yên bi navê Misilmantiyê yên li dijî Rojava û wiha got: "Çi welatekî deshilata wî hebe, xwediyê kevneşopî, xwediyê mal û milk be, hemû tiştên derveyî misilmantiyê kiribe, wê demê tû dikarî li hember cîhadê ragihînî. Bi şertê ew kes jî misilmanê rast be. Lê em hê li Rojavayê Kurdistanê nebûne xwediyê welat û me serxwebûna xwe destnexistiye, hê jî gelê me ji destê rejîma Sûriye rizgar nebûye, vêca çawa çêdibe mirov li dijî vê gelî şer bike. Kî jî şer bikin? bi pereyê kê? Bi plan û projeyên ke? Ev hemû pirsyar in û divê bersiva wan bênin."
Şêx Mûhsîn Mûftî Neqşebendî di berdewama axaftinên xwe de bilêv kir ku divê Kurd xwedî karîn û bernameyên xwe bin û daxuyand: "Herwiha divê Kurd wê yekê îspat bikin ku ne li dijî ola Îslamê ne, bi taybet jî hemû partiyên niha li her çar parçeyên Kurdistanê ji bo Kurdistanê di nava xebatê de ne. Divê ev partî îspat bikin ku dilsozê gelê xwe ne û ne kirêgirtiyê ti welatekîne. Herwiha îspat bikin ku dilsozê olê neteweya xwe ne. Ew ji bo gelekê hewl didin ku sedî 98'ê wan Misilman in. Sedî 95-98'ê gelê Kurd Misilman e, ji bo vê jî pêwîst nake ew partî bi rêbazekî din bifikirin. Ger bi awayekî din bikin, wê demê valehiyek wê çêbibe û hinek xelkên din wê werin wê valehiyê dagirin."
Divê amadekariyeke xurt hebe
Meleyê Mizgefta Mewlana Xalidî Neqşebendî keyfxweşiya xwe ji bo Konferansa Îslama Demokratîk jî nîşan da û di vê derbarê de wiha got: "Em pir keyfxweşin ku li welatê me Kurdistanê konferansek bi navê Îslamê were lidarxistin, behsa ol, Îslam û gelê Kurd bike. Herwiha bixwaze di nava Îslama rast de bijî. Lê pêwîste kesên amadekariyên vê kongreyê dikin û dilsozê gelê me ne, divê hewl nedin ku peyva 'Îslametiyê' ji bo dijberiya xelkekî din bikarbênin, divê ji bo wê yekê bikarbênin ku em li pişt vî olî ne."
'Divê em fêrî Îslametiya rast bibin'
Neqşebendî daxwaza yekrêziyê kir û pêşniyarên xwe yên ji bo konferansê wiha rêz kir: "Divê em fêrî Îslametiya rast bibin û vê ji xwe re bikin bername. Herwiha pêwîste di vê konferansê de yekrêzî û bihevrebûna gelê Kurd biparêzin. Divê em destê dostaniyê dirêjî gelê tirk, ereb û farisan bikin. Divê em destê xwe ji bo kesên xwedî wijdan dirêj bikin. Di dema şerê van neteweyan de, timî xaka Kurdistanê hatiye bikaranîn û me zerer dîtiye. Gelo ma dema vê yekê nehatiye ew jî fikra wê yekê bikin ku em misilman in û em dixwazin bi aramî li welatê xwe bijîn."
Meleyê Mizgefta Mewlana Xalidî Neqşebendî Şêx Mûhsîn Mûftî Neqşebendî serkeftin ji konferansê re xwest û wiha got: "Em hêvîdarin ku peyama konferansê peyamekî yekalî be, hemû partî û aliyên Kurdî jî girêdayî wê rawestin. Tenê ne ji bo wê yekê be bêjin wele konferansek hat lidarxistin, berevajî divê biryarên wê di asta berpirsyartiyê de bin. Serkeftinê ji wê konferansê re dixwazim."
Bi navê olê neviyên Selahedîn Eyûbî qetil dikin
Mele Salar Ebubekir Ehmed jî da zanîn ku mafê ti kesê nîne bi navê misilmaniyê Kurdên Rojava bikuje û wiha got: "Kurdên Rojava mezlûm in û bindest in, mafê ti kesê nîne bi navê misilmantiyê wan bikuje. Bi ti nav û bihaneyekê nabe ku bên kuştin. Mafê ti kesê nîne misilmanekê bê bela û sedem bikuje, Kurdên Rojava jî di dema Îmamê Omer de bûne Misilman."
Mele Salar diyar kir ku yên bi navê cîhadê xwîna Kurdan helal dikin, ji dîn fêm nakin û wiha pêdeçû: "Kesên banga wê yekê dikin ku xwîna Kurdan helal e, ew ne ji dîn fêm dikin û ne jî ji jiyanê fêm dikin. Ango ji herdu aliyan nezan in û cahêl in, divê ew kes tobe bikin û vegerina aliyê Xweda. Kurd neviyên Selahedînê Eyûbîne û bi çi navî Kurd tên kuştin."
Mele Salar ragihand ku dixwazin li Rojava jî Kurdan Enfal bikin û got: "Seddam Hûsên li dijî Kurdên başûrê Kurdistanê Enfal û kîmyabaran pêkanî, niha jî ew ew hêzên li Rojava hatine dirûstkirin berdewama partiya Baasê ne. Dixwazin carekî din Kurdan Enfal bikin. Xwedayê mezin jî bi wan kiryaran neraziye."
Mele Salar Ebubekir Ehmed jî derbarê Konferansa Îslama Demokratîk de wiha got: "Em bi her awayî ligel konferansêne ku bi navê Îslametiyê tê lidarxistin. Lê ger destê rojhilat û rojava di nav de hebe, em piştgiriya wê nakin. Herwiha divê çend zanayên olê li hev kom bikin û mijarên behsa rastiya îro dikin şîrove bikin. Em spasiya wan dikin."
DÎHA/HEWLÊR
Ji endamên ÎDAYDER’ê piştgirî
Endamên ÎDAYDER’ê ya Îzmirê piştgirî dan pêşniyara Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a Kongreya Îslama Demokratîk.
Endamên Komeleya Piştevaniya Oldaran a Îzmirê (ÎDAYDER) piştgirî dan pêşniyara Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a Kongreya Îslama Demokratîk. Endamên Komeleyê, li avahiya komeleyê civîn pêk anîn. Di civînê de Serokê ÎDAYDER’ê Mahmut Taniş, diyar kir ku ew piştgiriyê dide pêşniyara Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a Kongreya Îslama Demokratîk û bertekên xweya li hemberî dîwarê ser sînor anî ziman.
ÎZMÎR