Xebatkarên di kargehê de dixebitin li gorî berhemên ku ji xebatên wan derdikeve mûçeyên xwe werdigirin.
Kar çawa tê kirin
Karê kargehê di gelek xalan re derbas dibe, destpêkê modêla cilan tê nîşan dan û qalibên ku dê bêne bikaranîn ji aliyê kesên pispor ve têne amadekirin. Xebatkarên li ser makîneya birînê dixebitin li gorî qaliban caw (qumaş) dibirin. Piştre li xebatkarên dirûnê tên belavkirin û her xebatkarek dirûna xwe dike. Di dawiyê de pişkok têne lêxistin û tên ûtîkirin.
Cilên ku têne amadekirin di Sûka Kobanê de bi buhayên normal têne firotin. Rayedarên kargehê dan zanîn ku li gorî rewşa aborî ya zehmet jî karekî baş dikin û buhayên cilan li gorî derfetên welatiyan tên diyar kirin.
Berpirsa kargeha dirûnê Fatma Kalo da zanîn tevî buhayê zêde yê pêdiviyên ku ew distînin jî cilan bi buhayên kêm didin welatiyan û gelek caran cilan bi buhayên sembolîk didin kesên xizan ên herêmê.
Kalo, derbarê buhabûna pêdiviyan û bandora wê li ser karê wan, diyar kir ku tevî pêdiviyên kar pir buhabûne û ji berê 3 qat zêdetir bûye jî, car din ew pêdiviyên xwe ji sûka bajêr peyda dikin û karê xwe dewam dikin. Kalo, destnîşan kir ji bo hejmarek zêdetir jin karibin bibin xwedî kar û derfetên jiyanî dê kargeha xwe mezintir bikin.
KOBANÊ