Meclîsa Şaredariyê bi zêdebûna dengan biryar da ku 7 kargeriyan piştî îhaleyê bide jinan û jin li van kargeriyan xebetê bike. Îhaleya 5 dikanên din jî dê di roja pêş de bên kirin. Alîgira Şaredara Wêranşarê Suna Ulugturken, der barê biryarê de anî ziman ku ew armanc dikin ku jin di qada aborî, çandî û civakî de pêş bikevin. Ulugturkan, da zanîn ku ji bo jin di qada bazirganî û civakê de pêş bikevin pêxiste ku jin bibin xwedî pîşe û kar û karibin civakê jî bi rêve bibin û wiha got: "Ji bo ku jin bibin xwedî gotin xebatên me berdewam dikin."
DÎHA/RIHA