
Ji ber nebûna derfetên kar kurdên Rojhilatê Kurdistanê bi rêya bazirganiya ser sînor debara xwe dikin. Kurdên kasibkar (qaçaxvan) li gel zehmetiya li ser rêyan di bin metirsiya guleyên pasdarên Îranê de ne. Ji ber ku heta niha bi sedan kasibkar bi guleyên pasdarên Îranê hatine kuştin û birîndarkirin. Ji bilî van xetereyan jî gelek kes jî din bin aşûtê de dimînin û dimirin. Wek ku di demên dawî de ji ber aşût û sermayê 10 kasibkar mirin û gelek jî birîndar bûn. Ji ber van bûyeran hejmarek ji çalakvanên sivîl û rewşenbîr ên Rojhilatê Kurdistanê kampanyayek dan destpêkirin ku ji bo avakirina navendeke alîkarî û piştgiriyê ji bo kasibkaran bike. Armanca vê kampanyayê ew e ku bi alîkariya kesên xêrxwaz kasibkarên pîr û yên birindar bikin xwedî kar û di aliyê aborî de ji wan re alîkariyê bidin hev.
NAVENDA NÛÇEYAN