METÎN YOKSU / MA / STENBOL


Deh kesên xwedî pîşeyên cuda kom bûn û Koroya Hevdeng ava kirin. Koroya Hevdeng ji klamên herêma Serhadê yekem albuma xwe amade kir. Koroya ku provayên xwe li salonên dawetan kirî, tevî zehmetiyan klîba xwe çap kir. 

Endamên koroyê sala 2015’an bi armanca çand û hunerê herêma xwe bi pêş bixin, bidin nasîn û geş bikin, kom bûn û  Koma Koroya Hevdeng ava kirin. Komê kilamên Serhedê kom kirin, bi alîkariya Kom-Muzîkê yekemîn albuma xwe çap kir. Endamên komê Nihat Balka, Mehemedê Serhedî, Evîn Balka, Hozan Medenî, Rohat Havîn, Mucahit Tucî, Mugdat Çalişkan, Tahsin Seyhan, Okan Azhan, Senar Ok, ku her yek karekî cuda dike û xwedî pîşeyekî cuda ye, koroya xwe ava kirin. Komê li şûna provayên xwe li Studyoyê amade bike, li salonên dawletan prova kirin. Endamên komê niha li Salona dawetê ya Esenyurtê xebatên xwe yên muzîkê û albumê dewam dikin. Endamên komê ji 13 newayan album amade kir. Komê ji berhemên “Nêrî”, “Hay berde”, “Şekir axa”, “Talan hivo hey cer”, “Hey cer hey cer” newayek ava kir û albuma xwe temam kirin. 


Di endamên komê girtî ne

Endamên Koroyê Medeni Balka û Mugdat Çalişkan jî di 25’ê Cotmehê de li Çanakkale ji ber ku di dawetekê de stran gotin, hatin binçavkirin û hatin girtin. Çalışkan û Balka niha li Girtîgeha tîpa M a Çanakkaleyê de girtî ne.  Endama komê Evin Balka, niha li Bahçelievlerê diçe dawetan û provayan dike. Balka, anî ziman ku bi armanca wan parastina çanda Kurdan e û li dijî bişaftin, tinekirin û komkujiya çandê xebateke bi vî rengî dimeşînin.