Li konê li taxa Stauffacher, ciwanan sê rojan êrîşên li dijî Rojavayê Kurdistanê vegotin, belavok belav kirin û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îmze kom kirin. Gelên li Swîsreyê dijîn jî eleqeyeke mezin nîşanî çalakiyê dan. Her wiha gelek sazî û dezgehên Swîsreyî jî hatin ziyaretkirin û ji bo hestyarî were afirandin heyetek ji pênc kesan hat avakirin. Heyetê, der barê şoreşa Rojava û êrîşên li dijî şoreşê dosyayek amade kir û pêşkêşî saziyan kir. Di meşê de ciwanan timî dirûşmên "Bijî Berxwedana Rojava", "Tirkiye fînanse dike, DAIŞ bombe dike", "Ji Kurdistanê bicehimin" qêriyan. 

ANF/ZURICH