
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Qasim Engîn, girîngiya Mûsilê ji aliyê erdnîgarî ve û operasyona ji bo rizgarkirina Mûsilê bê lidarxistin, ji Ajansa Nûçeyan a Firatê re nirxand. Engîn got, niha gelek plansaî di biwara Mûsilê de hene û cihê wê jî gelekî stratejîk e. Qasim Engîn bihurîna Dîcleyê di bajêr re û çûnûhatina wê ya zêde bi bîr dixe û dibêje, "Yanî navendek e. Îro jî, berî vê bi çend salan hejmara nifûsa Mûsilê çar mîlyon bû. Bajarekî pirr mezin bû. Wekî din, bi rastî jî pirr mizgeft û dêr lê hebûn. Her wiha bajarekî pirreng e. Li Mûsilê Kurd, Ereb, Tirkmen, Êzidî, Asûrî û Keldanî hene. Wekî din Şebek jî hene, li wê herêmê dijîn. Ji aliyê pêkhateyan ve xwedî dewlemendiyeke xurt e. Ev di heman demê de rengekî xweş ê Rojhilata Navîn e."
Kurdan pirraniya nifûsa Mûsilê pêk dianî
Engîn wekî din bi çûnûhatina desthilatdaran re guherîna demografiyê jî bi bîr dixe û dibêje bi bîrdoziyên neteweperest ên Baasê Mûsil dibe bajarê Ereban, "Mînak di dema Saddam de piştî 70’î Ereb dikevin wir." Engîn wekî din peymana Mondrosê bi bîr idxe ku pê Mûsil erdê Osmanî tê hesibandin, lê piştî peymanê Ingilîzan bajar dagirkiriye û weha dewam dike: "Mînak di wê demê de li gorî belgeyên heyî nifûsa Kurdan pirr zêde ye. Di hin belgeyan de qala 150 hezar Kurdan dikin. Heta dema Îsmet Înonu diçe Lozanê dibêje '256 hezar Kurd in 146 hezar jî Tirkmen in yanî em giştî dikin 400 hezar.' Yanî Kurdan jî li ser xwe dihesibînin. Nûfûsa Kurdan pir zêde bû."
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Qasim Engîn bajarên heyî yên wekî Mûsil û Kerkûkê dişibîne mozaîkekê û dibêje, dema ji pirrengiya mozaîkê rengekî çêkin, hingê şer û alozî didin der. Li gorî Engîn rengê Rojhilata Navîn ê xwezayî konfederalîzm e, pirr gel di nav de dijîn û lê weke şerta vê yekê ya sereke jî îşaret bi nebûna destwerdana ji derve dike.
Mûsil Kurdan elaqedar dike
Engîn îşaret bi wilayeta kevin a Mûsilê kir û got, ew navend bû ji bo bajarên weke Zaxo, Duhok, Hewlêr, Kerkûk û heta Silêmaniyê jî û li ser girîngiya Mûsilê ji bo Kurdan weha dewam kir: "Mûsil hemû Kurdan elaqedar dike, sêgoşa sînorê Rojava û bakur e. Piştî şerê cîhanê yê yekemîn, dewlata Tirk ji sala 1920'an û pê ve, di heştê meha yekê de sonda neteweyî misaq-i millî çêkir. Mûsil, Kerkûk jî tê de ye. Îngîlîz bi hîleyeke mezin ketin ser rê. Dema ku ketin bajarê Mûsilê hîn bêhtir derfet çêbû ku lêkolin. Dîtin ku eyaleta Mûsilê bi rastî jî pirr dewlemend e. Bi taybetî Kerkûk û Mûsil bi xwe. Ji ber vê qedera me Kurdan a sedsalan bi Mûsilê ve girêdayî ye. Înkar îmhaya ku li ser Kurdan çêbû bi Mûsil ve girêdayî ye."
Herkes ditirse Tirk bikevin Mûsilê
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Qasim Engîn bi bîr dixe ku mesele ne ew e ka gelo Mûsil dikare ji DAIŞ´ê were rizgar an na, lê mesele ew e ka kî wê bikeve Mûsilê û weha peyivî: "Her kes dizane ku Tirkan DAIŞ xist Mûsilê. Wekî din, ev kî ne? Endamên berê yên rejîma Saddam ango Baasiyên berê ne. Gelek caran xwestin operasyonekê li hemberî Mûsilê çêbikin. Lê Tirk dibêjin, Mûsil a ma ye. Kurd jî xwe îddîaya xwe ne, Iraq jî îddîaya xwe heye, dibêje Mûsil wîlayeta me ye. Piştî Bexdayê bajarê herî mezin e. DYE jî dibêje bisekinin, ez şefê giştî yê Rojhilata Navîn im."
Mûsil bajarekî Kurdan e
Engîn eşkere got, Tirkiyeyê DAIŞ biriye Mûsilê û dixwaze bikeve Mûsilê û tirsa herkesî ew e, Tirk bikevin Mûsilê wê dernekevin û weha dipeyive: "Niha jî nîqaşeke pirr kûr heye; ka kî wê tevlî operasyonê bibe. Siyaseta Emerîka û Tirkan a ji bo Mûsilê ne weke hev e. Jixwe dibêjin, YBŞ xwe wekê hêza Apoger dihesîbîne, nêzî PKK'ê ye naxwazin tevlî bibe. Hesabê Tirkan û Emerîka li Mûsilê hev nagire."
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Qasim Engîn di bêje, bi herhalî encamên şerê Mûsilê Kurdan hemûyan elaqedar dikin û weha dawî li gotinên xwe anî: "Eger Mûsil ji DAIŞ'ê were paqijkirin, siyaseta dewleta Tirk a înkar û îmhayê nêzî wir neke, dibe ku Mûsil perdeya înkara li ser Kurdan biçirîne. Pêwîst e ku em hemû Kurd bi baldarî operasyona Mûsilê bişopînin. Dibe ku îro nifûsa Kurdan pirr zede tê de nemaye, lê ji aliyê esasî ve Mûsil bajarekî Kurdan e. Mûsil bi rastî jî ji bo Kurdan roleke xwe ya girîng heye. Pêwîst e ku em hîn bi berpirsyarî nezî bajarê Mûsilê bibin."
ANF / BEHDÎNAN