Qahir Bateyî: Çawa ku misilmanek her ku serê xwe datîne ser balgiyê û dibêje: ‘Îro min ji bo Xwedê çi kir?’ Divê Kurd jî dema serê xwe danîn ser balgiyê ji xwe bipirsin ‘îro min ji bo zimanê xwe çi kir?

Xwediyê Weşanxaneya Sîtavê, Qahir Bateyî got, dewlet bi polîtîkayeke çewisîner bi ser Kurdî û weşangeriya Kurdî ve diçe û divê li hemberî vê hemû kurd dema serê xwe danîn ser balgiyê, ji xwe bipirsin: “Îro min ji bo zimanê xwe çi kir?”

Di Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan de “perwerdehiya bi zimanê dayikê” bi awayekî taybet hatiye destnîşankirin. Lê belê, li Tirkiyeyê bi salan e Kurdî tê çewisandin. Nemaze jî piştî bidawîbûna pêvajoya çareseriyê, dibistanên taybet ên Kurdî hatin girtin, radyo, rojname, televîzyon û ajansên nûçeyan ên bi Kurdî weşana xwe dikirin, bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnan de (KHK) hatin girtin. Xwediyê Weşanxaneya Sîtavê Qahir Bateyî, zext û zoriyên li ser Kurdî nirxandin.

Bêdengiyek ji nû ve 

Bateyî, destnîşan kir ku bi girtina saziyên bi Kurdî perwerdehî dikirin, weşanxaneyên Kurdî derbek giran xwarin û got, “Berê saziyên perwerdehiya Kurdî didan û xwendekar hebûn. Ev xwendekar hînî ziman dibûn û dema hîn dibûn materyal ji weşanxaneyên Kurdî peyda dikirin. Lê niha ev rewş tine ye. Piştî sazî hatin girtin di warê Kurdî de bêdengiyek çêbû. Mixabin saziyên me yên din ên ne bi Kurdî jî xwedî li van weşanan dernakevin.”

Rewşa bêxwedîtiya Kurdî

Bateyî xwedîderneketina siyasetvanan a ji bo Kurdî wekî trajediyekê nirxand û got nemaze jî di warê perwerdehiya bi Kurdî, çandî û hunerî de bêxwedîtî heye.

Bateyî got, “Kurd ji bo paşeroja xwe têdikoşin, lê xwedî li zimanê xwe dernakevin. Ev jî trajediya me ye. Rewşa ku niha Kurd tê de ne her çend nebaş be, weşangeriya Kurdî jî ewqas nebaş e. Niha li gelek bajarên Kurdan qeyûm pêşangehan li dar dixin, lê mixabin di wan pêşengehan de cih nadin weşnxaneyên Kurdî, xebatên ji bo Kurdî nakin. Ev jî nîşan dide ka Kurdî çawa tê çewisandin. Raste rast mudaxeleyî Kurdî nayê kirin, lê ew tê dorpêçkirin û bi vî awayî sazî tên girtin. Li hemberî van çewisandinan em jî li gor hêza xwe li ser piyan disekinin.”

Xwedîderketina topyekûn pêwîst e

Bateyî îfade kir ku di vê çarçoveyê de bangewaziya ji bo xwedîderketina li Kurdî jî êdî bêwate ye, divê mirov pêşî ji zimanê xwe hez bike, paşê li her deverê bi lêv bike û got: “Heger Kurd xwedî li zimanê xwe dernekevin û nekin parçeyekî jiyana xwe, dê encamên vê yekê giran bin. Êdî wekî zimanekî biyanî nêzî Kurdî dibin. Li Tirkiyeyê li ser zimanê Kurdî polîtîkayeke wisa heye ku, êdî em dikarin bibêjin ku Kurdî ber bi mirinê ve diçe. Heta çend sal berê jî me nikaribû vê yekê bibêjin, lê mixabin niha rewş ev e. Dibe ku Kurd pirtûkên Kurdî pirr çap bikin, dibe ku TV’yên wan hebin, lê nifşê nû êdî bi Kurdî napeyive û yên zanin jî ji bîr dikin. Ev rewş ji bo Kurdî tehlûkeyeke mezin e. Her ku dewlet vê yekê dibîne, difikire ku polîtîkayên wê yên asîmlasiyonê bi kêr tên. Lewma ji dêvla qedexekirinê rasterast bi van polîtîkayan tev digere.”

Bateyî got, divê Kurd jî bi awayekî topyekûn xwedî li zimanê xwe derkevin, ji bo vê yekê jî divê her Kurd, Kurdî bike parçeyekî jiyana xwe û wiha peyivî: “Heger tu xwedî li zimanê xwe dernekevî, nexwe tu jî dibî parçeyekî vê polîtîkayê. Çawa ku misilmanek her ku serê xwe datîne ser balgiyê û dibêje: ‘Îro min ji bo Xwedê çi kir?’ Divê Kurd jî dema serê xwe danîn ser balgiyê ji xwe bipirsin ‘îro min ji bo zimanê xwe çi kir?’”

MA/WAN