Endama Rêveber a Saziya Zimanê Kurdî Sozdar Mihemed da zanîn ku xebatên saziya ziman beriya şoreşa Rojava bi awayekî dizî dihate meşandin û diyar kir ku bi şoreşa Rojava re xebatên dizî yên ziman pêşketin û di encamê de xebatên komên biçûk bûne xebateke berfireh û dersên Kurdî di dibistanên fermî de hate dayîn.
Sozdar , destnîşan kir ku xebatên wan piştî konferansa 3'yemîn ku li bajarê Amûdê hate lidarxstin biryarên mezin girtin û wiha pê de çû: ''Piştî konferansa Amûdê me li Efrînê jî biryar xistin meriyetê û me komîteyên xwe li hemû naveçeyan avakirin. Di 14'ê cotmeha 2014'an de em ketin hemû dibistanên fermî de, ev yekem car bû em di dibistanên fermî de dersên Kurdî didin. Destpêkê me her di hefteyê de 2 saet hatin dayîn, her derfetên me çêbûn me ew zêde kir. Heta em gihiştin pêngava xwe ya gerî girîng ku di 15'ê mijdara 2014'an de bi konferansa SZK-Efrînê re hate lidarxistin. Di wir de biryar hate dayîn ku zimanê Kurdî bibe zimanê sereke. Ji xwe me pêşinde mamosteyên xwe amade kiribû. Me piştî konferansê dest bi zêdekirina hejmara mamosteyan kir.''
Girîngiya perwedeya bi Kurdî
Sozdar Mihemed destnîşan kir ku wan di konferansê de biryar dabûn ku pêwîste girîngiya perwerdeya bi Kurdî bi gel bidin naskirin û li ser vî esasî li henû navçe û gundan civînên gel lidarxistin û wiha dom kir: ''Me hemû mamosteyên xwe yên ku li hemû navçe û gundan belav bûne xistin tevgerê. Me hemû mal û navend ziyaret kirin. Me girîngiya zimanê Kurdî bi wan da naskirin. Me ji wan re got ku dê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî yê herêmê û li ser vî esasî em bi Desteya Perwerdeyê ya Kanotnê re ketin hevkariyê de. Niha jî li herêma Efrînê ji refê yekê heta sisyan bi temamî Kurdî tê dayîn. Li gorî derfetan em ê tevgera ziman hîn pêş de bibin.''
Mamosteyên me jin
Sozdar, got ku li aliyê din xebatên amadekirina mamosteyan didomînin û ev agahî dan: ''Niha û di encama xebatên me de li kantona Efrînê nêzî hezar mamosteyên zimanê Kurdî yên hemû asta hene. Ji van zêdeyî 90 ji sedî jin in. Mamosteyên me li hemû gund û navçeyan geriyan, em bi gel re civiyan û me girîngiya ziman ji wan re vegot. Li aliyê din me mamosteyên dibistanan ên berê fêrî zimanê Kurdî kir û me dewreya zimanê Kurdî ji hemûyan re vekir.''
'Pirtûk hatin amadekirin'
Sozdar, destnîşan kir ku wan beriya dibistan destpê bike komîteya amadekirina pirtûkan avakirin û metriyalên dayîna dersan hatin amadekirin û wiha axaftina xwe wiha domand: ''Me di heman demê de mamoste û pirtûk amade kirin. Mamosteyên me li ser metreyalên nû hatin perwerde kirin û piştre ketin dibistanan. Li gelek gundan dibistan girtîbûn, mamosteyên me ketinê û dibistan ji nû ve vekirin. Niha di van dibistanan de dersên bi Kurdî têne dayîn. ''
Mamoste tên amade kirin
Ji bo planameya SZK'ê ya sala 2015'an Sozdar got ku niha ew di peymangeha mamosteyan amade dikin û wiha axivî: ''Di peymangehê de bi sedan mamosteyên pispor têne amdekirin. Her wiha mamosteyên din di Akademiya Ferzat Kemangeh têne meşandin. Li aliyê din jî mamosteyên me tevlî perwerdeya bîrdozî dibin. 160 mamoste tevlî dewreya dem dirêj a Akdademiya Ferzat Kemangeh de û bi sedan mamoste tevlî perwerdeyên bîrdozî bûn. Di demên pêş de em ê konferansa xwe lidar bixin û li gorî demê wê biryar derkevin.''
DILYAR CEZÎRÎ/ANHA/EFRÎN