Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ya bajarê Hesekê tevî hemû zehmetiyan kar û xebatên xwe didomîne. Saziyê di qonaxa salekê de gelek kar û xebatên ji bo ziman meşandin. Li bajarê Hesekê roj bi roj hejmara şagirtên dibistanan zêde dibûn. Ji ber vê yekê rêveberên saziyê civîn li dar xistin û biryar dan ku karên xwe yên fêrkirinê di dibistanên fermî bimeşînin.
Piştî biryara ku di civîna saziyê de hat girtin rêveberên SZK’ê serdana hemû dibistanên li taxên Kurdan kirin û ji rayedarên dibistanan xwestin ku zimanê Kurdî bi awayekî fermî bidin hemû şagirtan. Rayedarên dibistanan astengî derxistin û rê nedan ku mamosteyên zimanê Kurdî bikevin dibistanên fermî û gelek hincet nîşan dan. Piştî gelek astengiyan, rêveberên SZK’ê serdana parêzerê Hesekê û midûriyeta perwerdeyê ya rêjîmê kirin û ji wan re gotin em êdî bi awayekî fermî waneyên zimanê Kurdî didin hemû xwendekaran. Tevî ku rayedarên rêjîmê qebûl nekirin mamosteyên SZK’ê dest bi dayîna waneyên bi zimanê Kurdî di dibistananê fermî kirin.
Dersên Kurdî
Piştî bibiryarbûna SZK’ê endamên SZK’ê di Dibistana Ebdulla El-Qadirî ya li taxa Miftî dest bi dersên Kurdî kirin. Piştre mamoste ketin hin dibistanên ên li taxên Nasra, Salihiyê, Til Hecer û Miftî. Mamosteyan bi derfetên xwe û piştî ku beşê duyemîn ên dibistana dest pê kir dest bi dayîna dersên Kurdî kir. Der barê astengiyên li pêşiya wan derketine de Rêvebera SZK’ê ya Hesekê Navîn Sîno axivî û diyar kir ku tevî hemû astengiyan wan israr kir da ku waneyên bi zimanê Kurdî di dibistanên fermî de bidin, li ser vê yekê mamosteyên Kurdî berê xwe dan dibistanan û ji bo rêveberên dibistanan bername li gorî ku êdî zimanê Kurdî dê bê dayîn amade kirin.
Biryara xw epêk anîn
Sîno da zanîn ku piştî hefteyekê mamosteyên wan berê xwe dan hin dibistana da ku bi awayekî fermî waneyên bi Kurdî bidin û wiha got: “Midûrên dibistanan rê nedan mamosteyên me ku em waneyan bidin. Em bi israr ketin polan û me waneyên bi Kurdî dan xwendekaran. Ya balkêş ew e ku hemû xwendekarên Kurd, ereb û suryanî jî kêfxweşiya anî ziman.” Sîno destnîşan kir li ser îsrara mamosteyên zimanê Kurdî rayedarên dibistana gotin ku ew dibistanan venakin û dê deriyê dibistanan mifte bikin û wiha pêde çû: “Me jî got em ê mifteyên dibistanan bişkînin û waneyên bi Kurdî bidin xwendekaran.”
ANHA/HESEKÊ