Li Esslingenê hewldan didomin
Li bajarê Esslingenê jî hewldanên ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî berdewam dikin. Bi heman mebestê ji aliyê rêveberiya Komeleya Dostaniya Kurd û Almana a Esslingenê serî li şaredarî û saziya têkildar a Perwerdê hate lêxistin û di wî warî de gelek hevdîtin hatin kirin. Lê mixabin heta niha ji aliyê rayadarên têkildar ve tû bersivên erênî ji bo perwerda zimanê Kurdî bi awayekî fermî di nav dibistanan de were dayîn, nehatiye dayin. Lê belê rêveberiya Komeleyê bi alîkariya malbatan li navenda Komeleya Dostaniya Kurd û Almana a Esslingenê kursa zimanê Kurdî dane dest pê kirin. Ev kurs jî mamoste Abdurrahman Karataş ve bi tevlibûna 15 şagirtên temenê wan ji heft salî ye hetanî deh salî her hefte roja şemiyê di navbera saet 11.00 û 13.00 an de tê dayin. Hevseroka Komele yê Gulcan Aras bang li malbatan kir û wiha got; “Ji bo perwerdeya zimanê Kurdî li dibistanan de were dayîn wekî rêveberiya Komale yê hewldan û xebatên me berdewam dikin. Em hêvî dikin ji gelê xwe, di vî warîde xwedî hestiyarbin û bi mere bi kevin têkilayî û her wiha zarokê xwe bişînin kursa ku tê dayin.”
STUTTGART