Bi boneya 10’ê Kanûnê, Roja Mafê Mirovan a Cîhanê, li bajarên Mannheîm, Wiesbaden, Berlîn û Koln ên Almanyayê, li bajarê Franseyê Marsîlya û li bajarê Awusturyayê Innsburgê, faşîzma dewleta Tirk hat protestokirin.

Li paytexta Almanyayê Berlînê bi boneya 10’ê Kanûnê Roja Mafê Mirovan a Cîhanê, bi meşekê, faşîzma AKP’ê û Erdogan hat protestokirin.

HDK-Ewrûpa, PYD Berlîn, PARTÎZAN, ATIK,NAV-DEM, Meclîsa Jinan a Dest-Dan, Sendîkaya Verdî, Interventionistische Linke û siyasetvanên Alman jî di nav de beşdarî meşê bûn. Meş bi dirûşma “Stop Erdogon” dest pê kir. Meş bi dirûşma “Qatil Erdogan” ve hata Leipziger Platzê dewam kir.

Piştgiriyê nedin hikûmeta Tirk’

Li bajarê Almanyayê Mannheimê li pêşiya HBF’ê mîtînegek hat lidarxistin. Di mîtîngê de ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, belavoka HDK’ê hate xwendin.

Li bajarê  Almanyayê Kolnê jî bi boneya 10’ê Kanûnê mîtîngek hat lidarxistin.

Mîtîng bi sirûda “Rewşa Awarte, binpêkirina mafê mirovan e, Li Tirkiyeyê Rewşa Awarte rawestînin! Hevalên Elman, piştgirî nedin hikûmeta ku hevkariyê bi Erdogan, AKP’ê û Rewşa Awarte re dike” destpê kir. Mîtîng ji aliyê Hevparên HDK-Ewrûpayê ve hat organîzekirin.


BERLİN

Mîtîngê li Breslaer Platzê destpê kir û ewilî ji Boroya Aştiyê ya Jinan (CENÎ) Ferîde Halîtoglû axivî. Piştre jî Berdevka HDK’ê ya Almayayê Elîf Sonzamancî jî axivî û bal kişad ser zêdebûna binpêkirina mafê mirovan a piştî hewldanan darbeya 15’ê Tîrmehê ya li Tirkiyeyê. 

Cîhanê xwe li êrîşên bêrehm kerr  kir

Li bajarê Almanyayê Wîesbadenê jî bi heman minasebetê meşek hat lidarxistin. Meşê ji ber HBF a Wîesbadenê dest pê kir û heta ber avahiya Parlamenê dewam kir. Li ser navê HDK-Ewrûpa siyasetvanê Kurd Mehmet Emîn Yildiz di çalakiyê de axivî û got, “Dewletên di 10’ê Kanûna 1948’an de mohra xwe danîn binê vê peymanê, li gorî peymanê tevnegeriyan. Mafên hebûn, jiyanê û azadiya mirovên xizan, nasname û baweriyên cuda binpê kirin.”

Yildiz bal kişand ser komkujiyên dewleta Tirk û got, “Cîhanê tenê li van êrîşên bêrehm ên faşîzma AKP’ê temaşe kir. Dema ev komkujî dihatin kirin, dema mirov li jêrzemînan bi saxî dihatin şewitandin, van welatan dengê xwe dernexist û ev komkujî erê kirin.”

Yildiz girtina parlamenter, hevşaredar û siyasetmedarên bi dengê bi mîlyonan mirovî hatine hilgirtin bibîr xist û got, “Dem dema yekîtiyê ye.”

Kurdan doza azadiya Ocalan jî kir

Li bajarê Franseyê Marsîlyayê Fransayê, bi wesîleya 10’ê Kanûnê meşek hat lidarxisitn. Di vê meşê de daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin. Her wiha dewleta Tirk a ku li Kurdistanê û Tirkiyeyê mafên mirovan binpê dike, hat şermezarkirin. Di çalakiyê de gelek belavok hatin belavkirin û dirûşma “Ji Ocalan re azadî” hat gotin.

Li bajarê Awusturyayê Innsbruckê bi heman minasebetê, bi pêşengtiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk mîtîngek hate lidarxistin. Di mîtîngê de têkildarî wateya rojê sînevîzyonek hate pêşandan. Çalakiyê qederê 2 saetan dewam kir û rastî elaqeyeke mezin hat. 


NAVENDA NÛÇEYAN