Hezo Kesbîr a ku di sala 1920’ê de ji dayîk bû, li Almanyayê xatirê xwe jiyanê xwest. Hezo temenek tije êş û têkoşîn jiya. Hat ragihandin ku dê cenazeyê wê di 7’ê hezîranê de li navçeya Qûbîn a Êlihê bispêrin axê. Sersaxî li Mala Êzidiyan a li bajarê Celle ya Almanyayê tê qebûlkirin. Serdanên sersaxiyê dê heat 10’ê hezîranê berdewam bikin.
FederasyonaKomelên Êzdiyan (FKÊ) ûTevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJKE) ji bo Kesbîr peyamek sersaxiyê weşand û sersaxî ji malbata wê re xwestin.  Federasyona Komelên Êzdiyan (FKÊ) di peyama xwe ya sersaxiyê de  malbata dayika kesbir wekî yek ji malbata civaka Kurdên Êzdi sembolên kesayetiya şoreşger, niştimanperwer û azadîxwaz binav kir.

HANNOVER