Mihemed ê Efrînî û malbata wî, ku bi dilsoziya xwe ya bi têkoşîna azadiyê ya Kurd tên naskirin niha li Hamburgê di nava xebatên PYD'ê de cih digirin. Malbat niha bi dersînorkirinê re rû bi rû ye. Li Hamburgê ji bo malbatê kampanya îmzeyan hat destpêkirin. Hevseroka Koma Partiya Çep a Parlamenta Hambûrgê Cansû Ozdemîr diyar kir ku ew destekê dide kampanya ji bo malbata Rojavayî hatiye destpêkirin û banga tevlîbûna kampanyayê li her kesî kir.
Selehedîn Mihemed diyar kir ku ji ber xetera dersînorkirinê psîkolojiya hevsera wî Feyrûz Silêmanê xera bûye û zarokên wan Amad û Zakiya bi tirsê diçin dibistanê. Mihemad got, "Ev salek e li Hamburgê zarokên me diçin dibistanê. Di sibeha 10'ê Sibatê de 20 polîsan avêtin ser mala me ya li kampê û em bi zorê birin balafirgehê û em li balafirê siwar kirin. Dema destên min kelepçekirî bûn ez rabûm ser piyan û bi zimanê Îngilîzî min got ya ku li min û malbata min tê kirin sûcê li dijî mirovahiyê ye. Di nava vê tevlîheviyê de pîlot hat cem me û ji polîsan re got ku di vê rewşê de ew ê nikaribe balafirê rake. Piştî vê jî polîsan em ji balafirê peya kirin û em anîn kampê. Di rê de polîsan gef li me xwarin."
Dayik Feyrûz Silêman jî got, "Hevalê kurê min ê Futbolê Amad rewşê ji malbata xwe re dibêje. Malbat jî bi rêya înternetê kampanya da destpêkrin."
Hevseroka Koma Partiya Çep a Parlamenta Hambûrgê Cansû Ozdemîr jî diyar kir ku ew destekê didin kampanyaya hatiye destpêkirin û divê malbat li Elmanyayê bimîne.
Navnîşana kampanyayê ev e:
https://www.openpetition.de/petition/online/keine-abschiebung-der-familie-mohammad
ANF / HAMBURG