MURAT MANG / BIELEFELD

 

Ji bo bibîranîna Mam Zekî Şengalî, Tevgera Jinên Êzîdî (TJÊ) û Hevgirtina Cîvanên Êzîdi (HCÊ) yekşema bihurî li bajarê Elmanyayê Bielefeldê, li Mala Civaka Demokratik ya Kurd a Bielefeldê merasîmeke bibîranînê li dar xist. Di merasîmê de Atakan Mahir, Umut Acar û şehîden din jî hatin bibîranîn.

Di bibîranînê de malbatên nêzikî Mam Zekî amade bûn. Li ser navê Nav-Yek Elmanyayê Xanê Egal, li ser navê TJÊ Ewrûpa, Besê Kesbîr, li ser navê HCÊ Bielefeldê Şerzat Akbulut, Hevserokê Nav-Dem Bielefeldê Naîf Alkiş, li ser navê PYD Bielefeldê Îsa Rojava, malbatên şehîdan, ji diyanet û miletên cihê yên Kurdistanê nûner amade bûn.

Di bibîranînê de Xanê Agal got, “min Zekî Şengalî pirr ji nezîk ve nas dikir. Parçeyekî azadiyê bû. Fedakar bû. Pirr di demeke girîng de şehîd bû. Hedefgirtina Mam Zekî hedefgirtina Civaka Êzîdî ye. Em hemû divê wek Mam Zekî civaka xwe birêxistin bikin.”

 

Gazinan nekin kar bikin

Paşê, xwarziyê Mam Zekî Şengalî, Hesen Ozden peyivî û got, “Em ê ala Mam Zekî rakin. Mam Zekî her tim digot, gazinan nekin, kar bikin. Kar bikin. Kar bikin.”

Xwişka Mam Zekî, Xezal jî bixêrhatina mêvanab kir û û got, “birayê min yekîtîya Êzîdxanê bû. Yekîtîya Kurdan bû.”

Piştî axaftinan xwarin û şîrînayî hat belavkirin. Elewiyan jî ji bo xêra Mam Zekî aşûre belav kir.