Li vê derê piştî meresim olî bi sloganan cenazeyê Tonûs ji mala Cema Gazî derxistin û birin li mala malbata wî. Bi hezaran kes ji bo bi oxirkirina Tosûn li doraxa berê ya Karakolê kom bûn. Girseyê wêneyê Serkan Tosûn û alên sor, her tim yên YPG, PKK, Konfederalîzmê û wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin.
Piştî helalkirinê ji duraxa berê ya Karakolê cenazeyê Tosûn li ser milan bi meşekê ber bi goristana Gaziyê ve birin.
Di meşê de malbata Tosûn, Yılmaz Selçukê MLKP’ê û malbata Hasan Ocakê dibin çavan de jiyana xwe ji destdayî amadebûn. Her tim dirûşmeyên "Heval Serkan bêmirine", "Bijî hevalê me yê şoreşê", "Her der rojavaye, her der berxwedane”û "Şehîd namirin" hatin avêtin.
STENBOL