Li bajarê Awustralyayê Sydneyê, li zanîngeha bajêr a bi heman navî, xwendekaran konferanseke Piştgiriya Navnetewweyî organîze kir. Di çarçoveya konferansê de panelek li ser piştgiriya bi Rojava re jî çêbû. Gelek xwendekar beşdarî konferansê bûn. Weke qiseker Senatora berê ya Partiya Keskan Lee Rhiannon, û endamê KNK´ê û Hevserokê Civaka Demokratîk a Kurd a Sydneyê Ismet Taştan beşdar bûn.
Lee Rhiannon ji mînakên dîrokî mînak dan û got, piştgiriya navneteweyî di rawestandina şerê Vîetnamê de û di serbestkirina Nelson Mandela de bi dewra sereke rabûn.
Îsmet Taştan jî behsa rewşa dawî ya li Rojava kir û got, piştgiriya bi Rojava re dewam bikin, ew heyatî ye, ji ber ku Şoreşa Rojava ne tenê ji bo Rojava ye, lê “ji bo me hemûyan e”. Di dawiyê de beşdaran peyama piştgiriyê ji Rojava re şand.
SYDNEY